Girtiyên di grevê de: Em çalakiya greva birçîbûne û rojiya mirinê bi dawî dikin

  • rojane
  • 12:48 26 Gulan 2019
  • |
img
AMED - Li ser navê girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya, destnîşan kir ku ew greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakiya rojiya mirinê bi dawî dikin. 
 
Li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kaya, diyar kir ku ew dawî li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakiya rojiya mirinê tînin.
 
Daxuyaniya Denîz Kaya wiha ye:
 
“Rêheval Leyla Guven bi hestên welatparêziyê û demokratbûnê li pêşiya demakrotîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê astengiya herî mezin tecrîdkirina Rêber Apo ye û ji bo bi dawîbûna tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ev demeke dirêj e wek girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo bi dawîkirina tecrîdê em di nav lêgerînê de bûn û di 27’ê mijdarê de li dijî tecrîdê bi biryariyeke mezin me li zindanan dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger kir.
 
Me di 16’ê kanûnê de bi tevlêbûna 343 hevalan û di 1’ê adarê de jî bi tevlêbûna 2 hezar 892 hevalan dest bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger kir û bi biryariyeke mezin çalakiyên xwe domand. Di 30’ê nîsanê de bi tevlûna 15 hevalan û di 10’ê gulanê de bi tevlêbûna 15 hevalan bi giştî 30 hevalan dest bi rojiya mirinê kirin. Ji bo hilweşandina faşîzmê û şikandina tecrîdê me bi biryariyeke mezin hewleya xwe domand û ji bo xwedîderketina bîranîne hevalên şehîd bilindkirina asta berxwedanê wek peywirekê li pêşiya me bû. Piştî çalakiyên fedayî yên şehîdên pêngavê; Zulkuf, Ayten, Medya, Mahsun, Zehra, Yonca, Siraç û Ugur berpirsyariya me girantir bû. Em careke din şehîdên leheng ku ji bo azadî û heqîqetê xwe feda kirine bi bîr tînin û soz didin ku em ê her tim li bîranînên wan xwedî derkevin.
 
Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê kurd li çalakiyên şikandina tecrîdê xwedî derketin. Li Tirkiyeyê hêzên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê û li gelek deverên cîhanê hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan piştgiriyên girîng dan berxwedana me. Bi berfirehbûna berxwedanê û bi mezinbûna piştgiriyan kir ku daxwazên me bibin daxwazên herî rewa yên cîhanê. Têkoşîna li hemberî tecrîdê veguhezî têkoşîna demokrasî û azadiyê û ji ber vê yekê aliyekî tecrîdê were parastin nema. Li aliyê din li Ewropayê û li cîhanê gelê me, hêzên demokratîk zext li CPT’ê kirin ku peywira xwe ya li zindanan şopandina mafên mirovan bîne cih. Bang li Konseya Ewropayê û CPT’ê hat kirin ku li hemberî tecrîdê helwesta xwe nîşan bidin.
 
Dayikên Laçik Spî bûn îrade û wijdana gelê kurd û bi mehane têdikoşin û di wijdana hemû mirovahiyê de tecrîd mehkûm kirin û her çiqas bi temamî nebe jî di şikandina tecrîdê de roleke mezin lîstin.
 
Di encama berxwedana bêhempa ya bi heybet ew nêzîkatiya derveyî ehlaqî û hiqûqî hatiye şikandin  û Rêbertiya me bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî ye.  Rêber Apo di vê hevdîtinê de careke din ji bo li hevkirina civakî, muzakereyên demoratîk û aştiyeke bi rûmet, di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de û çareserkirina prsgirêka kurd de vîna siyasî û demokratîk daniye holê. Careke din hatiye dîtin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyeke bi rûmet rista Rêber Apo diyarker e. Bi giştî rakirina tecrîdê, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û di serîde çareserkirina pirsgirêka gelê kurd, çareserikirina bingeha hemû pirsgirêkan gelekî girîn û di vê rastiyê de qet cihê gumanan jî tune ye.
 
Divê bê zanîn ku rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û sererastkirina şert û mercên jiyanî û xebitînê netenê ji bo me û gelê kurd di destpêkê de ji bo gelê Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê ji bo hêzên demorat ên Rojhilata Navîn û cîhanê gelekî girîng. Li ser vê esasî ev berpirsyariyê dide ser milê her kesî.
 
Hevdîtina bi Rêber Apo û aşkera kirina 7 xalên ji bo banga muzakereyên demokratîk û aştiyek bi rûmet gelekî kelecan daye me. Rêber Apo di 2’yê gulanê de xwestibû çalakî bi mirinê encam nebe.  Lê belê ji ber ev hevdîtin yek carî bû ji aliyê me ve nedihat wateya şikandina tecrîdê. Li ser vê esasî em wekî girtyiyên PKK û PAJK’î ji bo rakirina tecrîdagirankirî ya li ser Rêbertiya xwe, ji bo rakirina hevdîtina bi parêzer û malbatê me biryar çalakiyan girtibû. Li ser vê biryara me wezîrê dadê aşkera kir ku ew qedexeya li ser Îmraliyê hatiye rakirin. Li ser vê yekê malbatên me, parêzerên me, rêxistinên parastina mafên mirovan, baro û hemû hêzên demorkrasî xwestin ku ev bêhiqûqî bi aweyekî fîîlî ji holê bê rakirin û di vê çarçoveyê de bang kirin.
 
Di vê rewşê de Rêber Apo bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Piştî ku wezîrê dadê destnîşan kir ku qedexe hatiye rakirin, girînge ku ev hevdîtin pêk hat. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo li me û  hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de bang kir ku û xwest ku em dawî li çalakiya xwe bînin. Di demekî ku tecrîd weke pêkanîneke neheq,  nerewa û derhiqûqî tê dîtin de daxwaza bidawîkirina çalakiyan a Rêber Apo ji bo me pir bi wateye û bicihanîna vê daxwazê jî ji bo me berpirsyariyeke.
 
Bi vê sedemê, em weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çarçoveya bangawaziya Rêber Apo de dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê tînin.
 
Em silav û rêzên xwe pêşkêşî  dayikên girtiyan û dayikên aştiyê ku di berxwedana me ya li dijî tecrîdê de piştgiriyeke mezin dane me, dikin.  Em bi berxwedana wan a bi rûmet serbilind bûn. Em soz didin ku dê di temamiya jiyana xwe de hewl bidin layiqî wan bibin. Em bihumertî tên destê wan.
 
Em spasiyên xwe pêşkeşî gelê me, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûqê û baroyan, rêxistinên civaka sivîl, hemû derdorên siyasî û rewşenbîr û hêzên demokrasiyê yên li her devereke cîhanê ku piştgirî dane berxwedana me, dikin. Bi Rêber Apo re hevdîtin hatin kirin û wezîrê dadê bi xwe daxuyand ku qedexeyên di vê der barê de hatine rakirin. Ji vir û şûnde berpirsyarî êdî dikeve ser milê hêzên demokrasiyê û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê. Divê ev derdor hevdîtinên daîmî yên parêzer û malbatan ên bi Rêber Apo re bişopînin. Ger ku di vê mijarê de qedexeyek derkeve, divê bibêjin ku ev pêkanîne hiqûqî nînin û nabe ku ev qedexeye bên danîn. Her wiha divê bînin ziman ku ev qedexeye wezareta dadê bi xwe rakiriye û li dijî van pêkanînan jî têbikoşin.
 
Di vê pêvajoyê de têkiliya di navbera demokratîkbûn û têkoşîna li dijî tecrîdê baş hatiye xuyanîkirin. Bi vê boneyê ger ku tecrîd careke din bikeve meriyetê, divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê jî li kêleka gelê kurd têbikoşin. Hem em û hem jî gelê me naxwaze ku bi tecrîda li ser Rêber Apo re bijîn. Tecrîda li ser Rêber Apo, li ser gelê me û hêzên demokrasiyê weke sepandineke zilm û zextê ye. Mîna duh, em ê ji vir û şûnde jî li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Tecrîd di heman demê de zilm û zexta li ser gelê me ye. Li dijî tecrîd, zilm û zexta li ser gelê me, em ê hem li zindanan û hem jî li her deverekê bê dudilî li ber xwe bidin.
 
Em rêz û girêdana xwe ya bi Rêber Apo re careke din tînin ziman. Em destnîşan dikin ku em ê hem di hêla ruh, beden û zîhnî de bihêztir bin û hem jî dê bi îradeyeke xurtir û têrker hevrêtiyê bikin. Em soz didin ku dê her tim li ser xeta jiyan û têkoşînê ya Rêber Apo bimeşin.
26 Gulan”
 
 

Sernavên din

28/05/2019
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal
11:20 Salîh Muslîm: Di çareseriya Sûriyeyê de divê rola Ocalan neyê pişt guh kirin
10:49 'Peyama Ocalan cejnek zû bi me da jiyîn’
10:10 Fezlekeya ‘pesnê Leyla Guven da’ darbarê Wekîla HDP’ê Dag de vekirin
09:51 Akin Bîrdal: Divê Enqere peyama Ocalanbaş bixwîne
09:35 Evîn Kaya ya dawî li çalakiya xwe anî: Berxwedêran qezenc kirin
09:07 Îmîr: Ên ji bo heqîqetê israr dikin bi ser ketin
09:06 Berxwedêrên Qada Galatasarayê: Heta em kiryaran nebînin em ê li vira bin
09:05 Ji rojnamevan îngîltereyî platforma piştevaniyê
09:04 8 kes û gorek
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2019'AN
08:46 Li Pîranê operasyona leşkerî
27/05/2019
21:55 Girtiyekî din jî anîn nexweşxaneyê
21:11 Girtiyên li Girtîgeha Meletiyê rakirin nexweşxaneyê
21:05 Resûl Arslan rakirin nexweşxaneyê
16:47 Li Xarpetê 3 çalakgerên tedawiya wan nayê kirin xwîn vedireşin
16:39 Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê!
16:24 Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar
16:12 Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist
15:44 Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin
15:41 Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin
14:52 Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin
14:37 Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê
14:26 Li Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin
14:24 Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye
14:15 4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê
13:51 Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê
13:47 Ciwanê ku ket Çemê Donemeçê winda bû
13:42 Îdîaya dozger: Di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî nebirin nexweşxanê
13:32 Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan
13:20 Girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçûbûnê qebûl nakin
13:12 Cenazeyê Evîna ku ketibû bendavê hat dîtin
12:44 Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê
12:33 Ji 221 girtiyan tenê 21 girtî rakirin nexweşanê
12:02 Di şewata li Kadikoyê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Li Îdirê teqîn: Berbazek bi giranî birîndar bû
11:40 Li bendêye ku di danişîna Ataman ê 3 salin girtiye de mutale bê xwestin
11:11 ‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’
11:11 Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê nayên sewqkirin
10:16 Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de derbe li partiyên kevneşop ket
10:07 Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de yên nexweşxaneyan dewam dikin
09:38 Akin: Gel carek din bal kişand ser Îmraliyê
09:07 Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin
09:06 Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin
09:05 'Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrastî derket holê’
09:04 ‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN
26/05/2019
19:08 Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan
18:10 Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin
17:39 Girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn
17:17 13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê
17:10 Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê
16:48 HDP’ê ji bo şopandina tedawiya grevên birçîbûn Maseya Koordînasyona Giştî ava kir
16:32 Girtiyên li Bûrsa dê sibe rakin nexweşxanê
16:32 Buldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin
16:14 Çalagerên li Strasbûrg jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
16:04 5 çalakgerên greva birçîbûnê li malên xwe domandin, rakirin nexweşxanê
15:41 Dayikên li Gebzeyê têkoşiyan: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin
15:40 Girtiyên li Bandirma bi hinceta ‘betlanê’ ranekirin nexweşxanê
15:26 HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin
15:05 Leyla Guven rakirin nexweşxanê
14:58 Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir
14:47 Hesass ê di greva birçîbûnê de: Têkoşîna me dê dewam dike
14:30 Ozdemîr: Heta Ocalan azad bibe têbikoşina me wê bidome
14:19 Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan
14:15 Sedat Akin ê di grevê de rakirin nexweşxaneyê
14:07 Dayikên girtiyan: Em jî silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin
14:00 Ongun ê greva xwe bi dawî kir: Me dît ku berxwedan çareseriyê tîne
13:41 Nasir Yagiz: Em gihiştine armanca xwe
Îmam Şîş: Têkoşîna me wê bi rêbazên din bidome
13:34 'Berxwedanê ev pêş xist’
13:18 Leyla Guven: Çalakiya me gihişt armanca xwe emê bi rê û rêbazên din têbikoşin
12:59 Keça Leyla Guven: Hûn bi serketin, ji ber ku hûn mafdar bûn
12:48 Girtiyên di grevê de: Em çalakiya greva birçîbûne û rojiya mirinê bi dawî dikin
11:45 Banga Ocalan a li çalakgerên greva birçîbûnê: Ez dipêm ku çalakiya we bi dawî bibe
11:23 Parêzerên Ocalan daxuyanî dan
10:51 Onlu: Li dijî navê Dersîmê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin
09:50 Travertenên Elbakê bi rengê diçirûsin balê dikişîne
09:15 Parêzerên Ocalan wê saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin
09:13 'Divê çareserî xwe bispêre du kirdeyan: Rêbertiyeke hêzdar û civaka sivîl'
09:12 Wezaretê ji ber navê Ûgûr Kaymaz li parkê kirin li endamên meclîsê lêpirsîn vekir
09:10 Dayik Encu: Velî mabû ew jî girtin
09:08 Polîs bi TOMA û mertalan rojnamevanan asteng dikin
09:06 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Ocalan, şansek din da ber Tirkiyeyê
09:04 Îşkenceya li dijî xwe vegotin: Têr nake, em 200 voltî bidinê
09:03 'Ji ber ku dewlet Havva neparast niha tê darizandin'
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2019'AN
08:10 Leyla Guven 200 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 27'an de didome
25/05/2019
20:06 Çalakiya li Dersimê di roja 20'an de ye
18:31 Binçavkirina 20 kesên li Dêrto polîsan îşkence li wan kir, dirêj kirin
17:49 Nivîskar Faîk Bûlût serbest berdan
17:44 Girtî li Dayikên Laçik Spî geriyan: Bi xêra berxwedana we hevdîtin pêk hat
17:04 Dayikên Wanî li dijî tecrîdê rûniştin
16:01 Dayikên Laçikspî: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin
15:51 Şendeya TOHAV li Rihayê ye
15:35 'Heke tecrîd bi temamî rabe dê pêşiya welat vebe'
15:24 ‘Divê girtiyê nexweş Adnan Oztel demildest bê berdan’
15:16 Xwestin girtiyê nexweş Yildirim berdin
15:10 Xizmên girtiyan tecrîdê şermezar kirin
15:10 Xizmên windayan: Qêrîna dayikan wê kujeran bide darizandin
15:02 Dayikên li Edeneyê: Edî sebra me nema