STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî 8 salan cara duyemîn çûn Îmraliyê û di 22'ê Gulanê de hevdîtin kirin, peyama Ocalan a der barê çalakgerên grevê û rojiya mirinê de parve kir. Ocalan di peyama xwe de têkildarî çalakgeran wiha got: “Di serî de hevalên ku ketine rojiya mirinê û greva birçîbûnê, li gorî agahiya ku 2 parêzerên min bi berfirehî parve bikin de ez dipêm ku hûn çalakiya xwe bi dawî bikin."
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkildarî hevdîtina 22'ê Gulanê ya li Îmraliyê li Otela Titanic Downtown a Beyoglu daxuyaniyê dan. Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut li Otela Titanic Downtown a Beyoglu civîna çapemeniyê li dar xistin û têkildarî çalakiya rojiya mirinê û grevên birçîbûnê peyama Oclana parve kirin. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2'ê Gulanê û 22'e Gulane de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran 7 xalên ku di hevdîtina 2'ê Gulanê û 22'ê Gulanê parve kirin. Ji parêzerên Ocalan Îbrahim Bilmez, der barê hevdîtina Ocalan de agahî parve kirin û got: "Di hevditina bi Ocalan re xal û rojeva sereke çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bû."
Piştre Parêzera Ocalan Nevroz Uysal, metnê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê xwend. Uysal, bal kişand ser hevditina 22'ê Gulanê ya li Îmraliyê û wiha got: "Niqaşên der barê deklerasyona 7 xalên ku berê di hevdîtina bi Ocalan re hatin kirin erênî bûn. Ocalan wekî hevditina berê diyar kir ku 'Rewşek muzakereyê tune ye'."
Newroz Uysal piştre peyama Ocalan a der barê rojiya mirinê û çalakiyên greva birçîbûnê de xwend.
Peyama Ocalan wiha ye:
"Hevrêyên Rêzdar,
Di serî de hevalên ku bedena xwe dane ber rojiya mirinê û greva birçîbûnê û hevan din, di çarçoveya ku du parêzerên min bi berfirehî agahiyan bide ez li bendê me ku hûn dawî li çalakiya xwe bînin. Ez bi rehedî dikarim bêjim meqseda we ji bo min diyar e. Ez spasî û hezkirinên xwe yên herî kûr pêşkeşî we dikim. Ya girîng, ez hevî dikim û li bendê me ku ji niha û şûnde hûn bi awayekî têr û vînek xurt hevkariyê bi min re bikin.
Bi silav û hezkirinên min ên ebedî
22 Gulan 2019, Girtîgeha Îmrali
Abdullah OCALAN!"