AMED – Parlamenterên CHP’ê yên hekîm dê sibê li Amedê bi kedkarên tenduristiyê re li ser pirsgirêkên li qada tenduristiyê diqewimin, bicivin û pirsgirêkan nîqaş bikin.
Bi pêşengiya Rêxistina CHP’ê ya Amedê bi beşdariya wekîlên CHP’ê yên hekîm dê li Amedê ji bo xebatkarên tenduristiyê komxebatek bê lidarxistin. Beriya sibê komxebat bê lidarxistin bi beşdariya Wekîlên CHP’ê yê Antalya Niyazî Nefî Kara, yê Stenbolê Alî Şeker, yê Kayserî Çetîn Arik û rêveberên CHP’ê li avahiya CHP’a Amedê civîna çapemeniyê hat li darxistin.
Wekîlê Kayseriyê Çetîn Arik di civînê de axivî û diyar kir ku polîtîkaya tenduristiyê ya dewletê ji alîgirên xwe re pêşkêş dike û nexweşxaneyên bajêr bi destê dewletê ji şirketên alîgir re tê pêşkêşkirin. Arik da zanîn ku hikumetê her qada tenduristiyê kiriye bi perebûnê û polîtîkayek tenduristiyê pergala performansê dide meşandin.
Parlamenter Alî Şeker jî polîtîkaya tenduristiyê ya hikumetê rexne kir û xizmeta tenduristiyê ya hikumetê ji alîgiran re bi amûra kapîtulasyon tê bikaranîn. Şeker ew ê bi komxebatekê bi kedkarên tenduristiyê re pirsgirêkên li qadê biaxivin û di pêvajoya şer de bi taybetî xebatkarên tenduristiyê bi zext û girtinan re rû bi rû mane. Şeker di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkaya tenduristiyê ya hikumetê û got ku ji ber şertên giran ên xebata gelek xebatkarên tenduristiyê dawî li jiyana xwe tînin û ev mijarek gelek girîng e.
Wekîl û rêveberên CHP’ê piştî civînê derbasî navçeyên Erxenê û Pîranê bûn. Sibê jî dê li Otêla Radîsson Blue bi beşdariya kedkarên tenduristiyê komxebatekê li dar bixin.