MÊRDÎN – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin, navê Parka Ûgûr Kaymaz hatibû guherandin. Lê piştî hilbijartina 31'ê Adarê Meclîsa Şaredariyê ya nû dîsa navê Ûgûr Kaymaz li Parkê kir. Vê carê Wezareta Karên Navxweyî der barê endamên meclîsa şaredariyê de lêpirsîn da destpêkirin û wekî hincet jî diyar kir ku Kaymaz "di pevçûnê de hatiye kuştin."
Şaredariya Dêrikê di 26'ê Gulana 2006'an de parkeke çêkiribû û navê Ûgûr Kaymaz lê kiribû ku Kaymaz ê 12 salî tevî bavê xwe Ahmet Akymaz di 21'ê Mijdara 2004'and e hatibû kuştin. Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin navê parkê hat guherandin û navê Deriklî Sûltan Kosen lê hatibû kirin.
Piştî hilbijartina 31'ê Adarê HDP'ê şaredarî bi dest xist û dîsa navê Ûgûr Kaymaz li parkê kir. Ji bo navê parkê ji 25 endamên meclîsa şaredariyê 20 heban jê xwest navê Ûgûr Kaymaz li parkê bê kirin. Lê belê qeymeqamê navçeyê bi hinceta "ji ber têkilî bi rêxistinê re heye" biryara meclîsa şaredariyê red kir.
Wezareta Karên Navxweyî, ji bo mijarê mufetîş şand şaredariyê û dest bi lêkolînê kir. Der barê 5 jê yên AKP'î 25 endamên meclîsê de lêpirsîn hat destpêkirin û ji endaman hat xwestin ku parêziya xwe bikin.
Di teblîxata ji bo îfadeyê ji endamên meclîsê re hat şandin hat derpêşkirin ku Ûgûr Kaymaz di pevçûnê de hatiye kuştin.
MA / Ahmet Kanbal