ŞIRNEX - Velî Encu ku di Komkujiya Roboksiyê de birayê wî û gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dan, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Dayika wî Halîme Encu, got: "Velî mabû, wî jî girtin. Êdî ez jî nizanim ez ê li ber kîjanî bikevim."
Velî Encu ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboksiyê tevî birayê wî 34 xizmên wî jiyana xwe ji dest dan, duh na pêr hat girtin. Encu, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
'NE HIQÛQ NE JÎ WIJDAN MAYE'
Dayik Halîme Encu ku kurê wê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu û kurê wê Velî Encu hatin girtin û di Komkujiya Roboskiyê de kurekî wê hat kuştin, bal kişand ser rewşa kurê xwe Ferhat Encu û kurê xwe Serhat Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û got: "Ji be rku Ferhat doza aştiyê kir hat girtin. Ê Velî jî bêbextî xistin stuyê wî. Em vê yekê qebûl nekin. Ev biryar ne biryareke hiqûqî ne jî wijdanî ye."
'BÊDENG NEMÎNIN'
Dayk Encu got: "Velî mabû ew jî girtin. Êdî em nizanin em ê çi bikin. Kurekî min kuştin. Dudo jê jî girtin. Ev zilm e. Bila ev zilm biqede. Tu heqekî wan ê Velî bigirint une bû."
Encu, anî ziman ku divê raya giştî bêdeng nemîne û got: "Êdî ez jî nizanim ez ê li ber kîjanî ji wan bikevim. Êdî hew îdare dikim. Bila zarokên min berdin. Ji duh ve zarokên Velî dibêjin 'ka bavê me li kuderê ye'. Divê kesên xwedî wijdan li ber vê zilmê bêdeng nemînin."