STENBOL – Serokê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku Abdullah Ocalan bi peyama xwe şanseke din daye ber Tirkiyeyê û got: "Her kes di ser rageşiyê de pirsgirêkê çareser dike. Lê belê Ocalan hîn jî dibêje wê pirsgirêka kurd li ser maseyê çareser bibe. Tevî ev qas tişt jî Ocalan îşaret bi maseyê dike, ev tiştekî pir biqîmet e."
Piştî 8 salan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2'yê Gulanê de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê parêzer di 22'yê Gulanê de jî çûn Îmraliyê û peyama Ocalan bi çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê re nîqaş dikin. Serokê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re û peyama Ocalan nirxand.
Tahmaz, bi bîr xist ku parêzer ji sala 2011'an ve nikaribûne hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin û ev biryar di çarçoveya operasyonên KCK'ê de hatiye girtin û teqabulî pvajoya Osloyê kiriye. Tahmaz, bilêv kir ku wê demê Erdogan Buriya Hiqûqê ya Asrinê hedef nîşan dabû û avêtibûn ser buroyê û got: "Wê çaxê Erdogan di bernameyeke televîzyonêd e gotibû 'Hikum xwariye. Kesên hikumxwaribin heqê wan ê hevdîtina bi parêzeran re tune ye.' Wexta hevdîtina malbat û parêzeran a ji bo Îmraliyê bê astengkirin em fêm dikin ku wê li Tirkiyeyê şidet dest pê bike. Di sala 2011'an de jî wiha bibûç Ev yek jî gotina Buroya Hiqûqê ay Asrinê piştrast dike kug otibû 'Hiqûqa Îmraliyê pêk tê.' Yanî Tirkiye, li Îmraliyê peymanên netewî û anvnetewî hemûyan bypas dike û hiqûqeke taybet pêk tîne. Ev tişta kêfî di dema pêvajoya çareseriyê de jî dewam kir. Di pêvajoya çareseriyê de tecrîd, hiqûqa taybet, kêfiyet dewam kir. Yanî wexta di civakê de hevdîtin neqedexe be, dibên qey tecrîd tune ye. Halbûkî li gorî teza Buroya Hiqûqê ya Asrinê ev tecrîd heye. Lê belê hevdîtina piştî 8 salan tişteke biqîmet e. Ez wisa difikirim ku bi vê hevdîtinê re roleke li Ocalan hatiye barkirin."
'JI BER DEWLET TENGIJIYE DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIR'
Li gorî Tahmaz, ji ber ku dewlet hem li hundur hem jî li derve tengijite mecbûr maye lid eriyê Îmraliyê bide û got: "Ev ne tiştekîx irab e. Divê em bê zanîn. Jixwe tevgera siyasî ya kurd jî di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de wekî unsûra sereke îşaret bi Ocalan dike. Di pêvajoya Osloyê de dewletê xwest Ocalan ji dewrê derxîne. Lê tevgerê bertekeke mezin nîşan da. Wê çaxê Serokê Giştî yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Ahmet Turk got 'Muxatabê pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye.' Serokwezîrê wê demê jî got 'Madem li Îmraliyê ye, nexwe li wira çi karê te heye.'
Lê belê pêvajoya çareseriyê ya 2013'an de ji pêvajoyên din pir cudatir bû. Ew pêvajo ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn firsendeke mezin bû. Dîtineke Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn heye. Bawer dike wê pirsgirêk tenê lis er maseyê çareser bibe û ji bo vê tu şik û gumanên wî jî tune ne. Bi kurt û kurmnacî piştî pêvajoya çaresriyê dewlet dev ji her kesî berda, lê Ocalan dev jê berneda. Ev tiştekî pozîtîf e."
'DIVÊ MUXALEFET NE GUMANA, HÊVIYÊ ZEXM BIKE'
Tahmaz, bal kişand ser hevdîtina bi Ocalan ku teqabulî roja betalkirina hilbijartina Stenbolê û pirsên ku hatin kirin: "Çima niha?". Tahmaz ji bo vê yekê got: "Wisa bawer dikim ku hin pirsên di serê muxalifan de bêwate ne, ne dih de ne û ev jî tê wateya ku tevgera siyasî ya kurd nas nakin. Wisa difikirim ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke bi vî rengî heye; ew jî qîmeta Ocalan nayê zanîn. Lê di wê qinyatê de me ku dewlet baş hay ji vê heye. Di hevdîtinên Osloyê de Musteşarê Ewlehiyê yê teqawidbûyî ji Ocalan re dibêje 'Serok, tu jî şahidî ne wisa? Em bi samîmiyeta te ya ji bo vê mijarê bawer in.' Ji Ocalan re dibêje 'Serok'. Lê ji ber aqlê dewleta niha wekî aqlê ya berê dixebite, hîn jî Ocalan û HDP'ê wekî tiştên cuda lanse dike. Lê ew jî baş dizanin ku ev ne wisa ye. Loma her cara ku ditengijin serî li Ocalan didin. Lê Ocalan jî ji bo xwe rotayeke diyar kiriye. Ev rota ne rotaye ku 'ez dibêjim û wê wisa be.' Pir nerm e. Lê belê ne dewlet ne jî hêzên navdewletî, polîtîkayeke wan a makroyî ya ji bo kurdan tune ye. Polîtîkaya PDK, PYD, PKK'ê heye. Pirsgirêka diyarkirina polîtîkaya kurd, pirsgirêkeke ku bi îdraqkirinê ve girêdayî ye. Lê êdî dawiya rê xuya dike. Xwezî muxalif jî ji dêvla 'li Îmraliyê çi tê axaftin' pirsa 'Em dikarin çi bikin?' ji xwe bikirana. Yanî ne gumana, hêviyê zexm bikirana."
LI SER MASEYÊ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD
Tahmaz, bal kişand ser peyama Ocalan a dawî û destnîşan kir ku hîn jî Ocalan îşaret bi maseyê dike û got: "Em li Meclîsê dinerin. Kes ji wan îşaret bi amseyê nake. Her kes dis er rageşiyê de siyasetê dike. Di pêvajoya çareseriyê ya 2013'an de îktîdar, muxalefet û em saziyên civaka sivîl pasîf bûn. Ocalan bi bangawaziya xwe ya dawî şenseke din da Tirkiyeyê. Ocalan di vê peyama xwe de hem bang li dewletê, hem jî bang li AKP û muxalefetê dike û dibêje 'Hîn jî em dikarin vê pirsgirêkê li ser maseyê çareser bikin.'" Tahmaz, destnîşan kir ku peyama Ocalan peyameke biqîmet e.
MESELEYA SÛRIYEYÊ
Tahmaz, bal kişand ser peyamên Ocalan ên ji bo Sûriyeyê jî û got: "Ocalan bal dikişîne ser Sûriyeyê, ev di wesfa tercimekirina mutabaqata Dolmabahçeyê de ye. Yanî dibêje pir di peyavan de asê nemînin. Jixwe nîşaneya hizr û fikirîneke mezin û siyaseteke mezin jî ne pev in, naverok e. Divê mirov nebêje kî gotiye, bibêje çi gotiye. A rast meseleya Sûriyeyê şêmûg e. Wê ev rewşa îktîdarê jî diyar bike. Wê rewşa muxalefetê jî diyar bike ka ber bi ku ve diçe. Wê rewşa tevgera siyasî ya kurd jî diyar bike."
MA / Ferhat Çelik