Îşkenceya li dijî xwe vegotin: Têr nake, em 200 voltî bidinê

  • rojane
  • 09:04 26 Gulan 2019
  • |
img
RIHA - Jinên li Rihayê hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin îşkenceya li dijî xwe vegotin. Rûken Denîz a di bin çavan de rastî îşkenceyê hat wiha got: "Polîsan got 'Tesîrê lê nake, em 200 voltî bidinê.' Saetekê ceryan dan min." Rabîa Alakûş jî got: "Bijîşkan nexwest qîrîna me bibihîsin, rapor nedan me." 
 
Li Taxa Dêrto ya Xelfetî ya Rihayê, di 18'ê Gulanê de pevçûnek çêbû. Piştî pevçûnê 51 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 3 jê zarok 22 kes hatin berdan û 29 kes hîn jî di bin çavan de ne. Kesên hatin berdan behsa îşkenceya li wan hatiye kirin kirin. Ji kesên hatin berdan Rûken Denîz, tiştên li qereqola cendirmeyan û Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê hatin serê wan yeko yeko ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. 
 
BOMBEYA GAZÊ AVÊTIN 
 
Denîz, anî ziman ku saet di 05:00'an de avêtine ser mala wê û hemû ferdên malbata wan hatine binçavkirin. Denîz, diyar kir ku destê wê ji paş ve hatiye kelemçekirin û got: "Li malê odeyek hebû. Li odeyê qaseyek me hebû. Di wê qaseyê de zînetê me hebûn. Ji min re gotin 'mifetê bîne, we di vira de çek veşartine.' Min jî got, tiştekî wisa tune. Li wir yekî ji wan li min da. Min ji wan re got bisekin, bi vî awayî bis er min de neyên, min got ez derî vekim. Derî vebû û bombeya gazî avêtin hundur. Gaz tesîr li min jî kir. Xaniyê me rûxandin." 
 
ÎŞKENCE, ZILM... 
 
Denîz, bilêv kir ku pêşî wan birine mala apê wê Saît û paşê birine qereqolê û got: "Nehiştin birayê min gomlekê xwe jî li xwe bike. Lê dan, debr kirin. Min, diya min û du birayên min berdan. Îşkence û zilm li me kirin. Tu tişt neman ji me re negotin. Îşkencexane bû, em pir îşkence kirin. Min serdevkî dirêj kirin, pêl min kirin. Paşê yekî ji wan bi qayîşê li lingên min da. Destên min ji paş ve girêdayîbûn, bi vî awayî ez hilawistim. Ji me re gotin 'We terorîst anîne mala xwe.' Min jî got, tiştekî wisa çênebûye Ke snehatiye mala me." 
 
ÎŞKENCEYA BI CERYANÊ 
 
Denîz, got: "Destên min girêdan û kîsekî reş xistins erê min. Çavê min girêdan. Lingên min girêdan û min tawan ve daliqandin. Paşê min birin cihekî din. Li wir ceryan dan canê min. Ji bo min digotin 'Em ceryanê didinê lê qet tesîr lê nake. Bûye wek berazan.' Ceryan didan milên min. Pêşî ceryaneke kêm dan. Paşê gotin 'Tesîrê lê nake, em 200 voltî bidinê.' Nêzî saetekê ceryan dan canê min. Ji malbata me 7 kes binçav kirin. Apê miN Saît, zarokên wî KAdîr, Abdûllah, Mehmet, Mûstafa û Guley Çîftçî û ez. Niha apê min û kurê wî Abdûllah û Kadîr di bin çavan de ne. Ji me 5 heb jê jin bûn. Jineke din jî hebû, ji gundê jêrê bû. Îşkence lê jî kirin. Ceryan dan her derê wê jinikê." 
 
Rabîa Alakûş ku ji gundê Taxa Dêrto ye û hat binçavkirin, diyar kir ku saet di 02:30'yî de avêtine ser mala wan û got: "Dengê çekan dihat. Me jî nizanibû çi diqewime. Paşê ji me re gotin ' Dakevin jêrê, an jê em ê bera we bidin.' Ji tirsa em jî daketin jêrê. Em serdevkî dirêjîe rdê kirin. Li hewşê em hemû dirêjî erdê kirin. Li hewşê pir li bavê min û kekê min dan. Li qereqolê jî dayika min derb kirin. Îşkence li Şaxa TEM'ê ya Rihayê jî dewam kir. Wexta em birin heqaret li me kirin. dayika min îşkence kiribûn, diya min nikaribû li ser piştê xwe dirêj bike. Min li pişta diya xwe nerî, şûna qayîşan lê hebû. Diya min, jinbira min û hin jinên din hebûn. Çavê wan digirtin û dibirin cihê lêpirsînê. Ji wan dipirsîn 'Kî hatiye mala we.'" 
 
BIJÎŞKAN QÎRÎNA ME NEBIHÎST 
 
Alakûş, anî ziman ku ji malbata wan Zekî Alakûş,, diya wê Xezal Alakûş, kekê wê Mehmet Alakûş û jinbira wê Guley Alakûş û mêvanê wan Celal Ercan hatine binçavkirin û got: "Ji malbatê tenê min berdan, ên din hîn jî di bin çavan de ne. Qîrîn ji birayê min diçû, di navbera me de perde hebû. Pir îşkence li kekê min kirin. Dixwestin biçin lavaboyê, lê nedihiştin. Bijîşkan hemûyan şûna derban dîtin, lê tiştek nekirin. Nedihiştin em li nav çavên hev binerin. Li nexweşxaneyê qîrîn ji birê min diçû, dengê wî dihat min. Lê bijîşk mudaxile nedikir. Bijîşkan rapor neda me. Wexta em birin cem bijîşk ji paş ve destê me kelemçekirî bûn." 
 
MA / Erdogan Alayumat - Bariş Polat
 

Sernavên din

28/05/2019
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal
11:20 Salîh Muslîm: Di çareseriya Sûriyeyê de divê rola Ocalan neyê pişt guh kirin
10:49 'Peyama Ocalan cejnek zû bi me da jiyîn’
10:10 Fezlekeya ‘pesnê Leyla Guven da’ darbarê Wekîla HDP’ê Dag de vekirin
09:51 Akin Bîrdal: Divê Enqere peyama Ocalanbaş bixwîne
09:35 Evîn Kaya ya dawî li çalakiya xwe anî: Berxwedêran qezenc kirin
09:07 Îmîr: Ên ji bo heqîqetê israr dikin bi ser ketin
09:06 Berxwedêrên Qada Galatasarayê: Heta em kiryaran nebînin em ê li vira bin
09:05 Ji rojnamevan îngîltereyî platforma piştevaniyê
09:04 8 kes û gorek
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2019'AN
08:46 Li Pîranê operasyona leşkerî
27/05/2019
21:55 Girtiyekî din jî anîn nexweşxaneyê
21:11 Girtiyên li Girtîgeha Meletiyê rakirin nexweşxaneyê
21:05 Resûl Arslan rakirin nexweşxaneyê
16:47 Li Xarpetê 3 çalakgerên tedawiya wan nayê kirin xwîn vedireşin
16:39 Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê!
16:24 Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar
16:12 Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist
15:44 Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin
15:41 Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin
14:52 Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin
14:37 Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê
14:26 Li Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin
14:24 Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye
14:15 4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê
13:51 Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê
13:47 Ciwanê ku ket Çemê Donemeçê winda bû
13:42 Îdîaya dozger: Di çarçoveya daxwazên girtiyan de, girtî nebirin nexweşxanê
13:32 Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan
13:20 Girtî tedawiyên ne li gorî protokola grevên birçûbûnê qebûl nakin
13:12 Cenazeyê Evîna ku ketibû bendavê hat dîtin
12:44 Davûtoglûyê ku digot 'Min fermana wan operasyonan da' tê Amedê
12:33 Ji 221 girtiyan tenê 21 girtî rakirin nexweşanê
12:02 Di şewata li Kadikoyê rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Li Îdirê teqîn: Berbazek bi giranî birîndar bû
11:40 Li bendêye ku di danişîna Ataman ê 3 salin girtiye de mutale bê xwestin
11:11 ‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’
11:11 Girtiyên Girtîgeha Bakirkoyê nayên sewqkirin
10:16 Di hilbijartina Parlamentoya Ewropayê de derbe li partiyên kevneşop ket
10:07 Sewqên girtiyên di greva birçîbûnê de yên nexweşxaneyan dewam dikin
09:38 Akin: Gel carek din bal kişand ser Îmraliyê
09:07 Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin
09:06 Li Xelfetî şopên pevçûn û îşkenceyê li şûna xwe dimînin
09:05 'Ji tecrîda 8 salan aştî û demokrastî derket holê’
09:04 ‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2019'AN
26/05/2019
19:08 Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan
18:10 Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin
17:39 Girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn
17:17 13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê
17:10 Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê
16:48 HDP’ê ji bo şopandina tedawiya grevên birçîbûn Maseya Koordînasyona Giştî ava kir
16:32 Girtiyên li Bûrsa dê sibe rakin nexweşxanê
16:32 Buldan: Em soz didin Ocalan em ê bi hevre aştiyê bînin
16:14 Çalagerên li Strasbûrg jî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
16:04 5 çalakgerên greva birçîbûnê li malên xwe domandin, rakirin nexweşxanê
15:41 Dayikên li Gebzeyê têkoşiyan: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê bidomînin
15:40 Girtiyên li Bandirma bi hinceta ‘betlanê’ ranekirin nexweşxanê
15:26 HDP: Biryardariya mezin da qezenc kirin
15:05 Leyla Guven rakirin nexweşxanê
14:58 Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir
14:47 Hesass ê di greva birçîbûnê de: Têkoşîna me dê dewam dike
14:30 Ozdemîr: Heta Ocalan azad bibe têbikoşina me wê bidome
14:19 Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan
14:15 Sedat Akin ê di grevê de rakirin nexweşxaneyê
14:07 Dayikên girtiyan: Em jî silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin
14:00 Ongun ê greva xwe bi dawî kir: Me dît ku berxwedan çareseriyê tîne
13:41 Nasir Yagiz: Em gihiştine armanca xwe
Îmam Şîş: Têkoşîna me wê bi rêbazên din bidome
13:34 'Berxwedanê ev pêş xist’
13:18 Leyla Guven: Çalakiya me gihişt armanca xwe emê bi rê û rêbazên din têbikoşin
12:59 Keça Leyla Guven: Hûn bi serketin, ji ber ku hûn mafdar bûn
12:48 Girtiyên di grevê de: Em çalakiya greva birçîbûne û rojiya mirinê bi dawî dikin
11:45 Banga Ocalan a li çalakgerên greva birçîbûnê: Ez dipêm ku çalakiya we bi dawî bibe
11:23 Parêzerên Ocalan daxuyanî dan
10:51 Onlu: Li dijî navê Dersîmê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin
09:50 Travertenên Elbakê bi rengê diçirûsin balê dikişîne
09:15 Parêzerên Ocalan wê saet di 11.00’an de daxuyaniyê bidin
09:13 'Divê çareserî xwe bispêre du kirdeyan: Rêbertiyeke hêzdar û civaka sivîl'
09:12 Wezaretê ji ber navê Ûgûr Kaymaz li parkê kirin li endamên meclîsê lêpirsîn vekir
09:10 Dayik Encu: Velî mabû ew jî girtin
09:08 Polîs bi TOMA û mertalan rojnamevanan asteng dikin
09:06 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Ocalan, şansek din da ber Tirkiyeyê
09:04 Îşkenceya li dijî xwe vegotin: Têr nake, em 200 voltî bidinê
09:03 'Ji ber ku dewlet Havva neparast niha tê darizandin'
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2019'AN
08:10 Leyla Guven 200 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 27'an de didome
25/05/2019
20:06 Çalakiya li Dersimê di roja 20'an de ye
18:31 Binçavkirina 20 kesên li Dêrto polîsan îşkence li wan kir, dirêj kirin
17:49 Nivîskar Faîk Bûlût serbest berdan
17:44 Girtî li Dayikên Laçik Spî geriyan: Bi xêra berxwedana we hevdîtin pêk hat
17:04 Dayikên Wanî li dijî tecrîdê rûniştin
16:01 Dayikên Laçikspî: Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin
15:51 Şendeya TOHAV li Rihayê ye
15:35 'Heke tecrîd bi temamî rabe dê pêşiya welat vebe'
15:24 ‘Divê girtiyê nexweş Adnan Oztel demildest bê berdan’
15:16 Xwestin girtiyê nexweş Yildirim berdin
15:10 Xizmên girtiyan tecrîdê şermezar kirin
15:10 Xizmên windayan: Qêrîna dayikan wê kujeran bide darizandin
15:02 Dayikên li Edeneyê: Edî sebra me nema