WAN - Wezîrê Çandê Numan Kurtulmuş, diyar kir ku dê tuvaleta li ser goristina Ermeniyan hat avakirin rakin. Dihaber ya bi biryara KHK’ê hat girtin nûçe servîs kiribû û bûbû rojev.
Qeyûm Atîf Çîçekli ku tayîna Şaredariya Artemîta Wanê hat kirin, li ser goristana Ermeniyan tuvalet çêkiribû. Piştî ajansa Dîhaberê ev nûçe servîs kir, parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan bûyer kir rojev û got herêma mijara gotinê ye, têkildarî wê biryara Lijneya Parastinê heye. Wezîrê Çand û Turîzmê Numan Kurtulmuş jî derbarê mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê tuvaleta li ser gorîstana Ermeniyan hatî çêkirin, rakin.