DÎLOK - Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ku beşdarî çalakiya nobetê ya dayikan bû, bal kişand ser tecrîdê wiha got: "Bi temamî rakirina tecrîdê re dê tecrîda li ser aştî û muzekeryan jî rabe."
Çalakiya nobetê ya dayikên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku li Dîlokê dabûn destpêkirin, îro di roja 12'an de berdewam kir. Dayik li rêxistina HDP'ê ya navçeya Şahînbeyliyê li hev kom bûn çalakiya xwe li dar xistin. Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl hat serdana dayik û piştgirî da wan. Togrûl bi dayikan re rûnişt û têkildarî agahiyên dawîn ên çalakiyên grevê bi wan re sohbet kir. Dayikan ku ji hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kêfxweş bûn, diyar kir ku hêvî dikin hevdîtin bi Ocalan re bi awayekî rûtin bidomin. Dayikan da zanîn ku dê çalakgerên grevabirçîbûnê û rojiya mirinê bigihîjin armanca xwe û bi hev re strana "Zindana Diyarbekir" gotin.
'DIVÊ TECRÎED BI HER AWAYÎ RABE'
Parlamenter Togrûl diyar kir ku hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hêvî dide wan û wiha got: "Em li bendê ne ku ev hevdîtin bi awayekî rûtîn bidomin. Dê bi rakirina tecrîdê re xitimandina li pêşiya Tirkiyeyê rabe. Rakirina tecrîdê ji bo herkesî baş be. Hevdîtinên ku rojên dawîn tên kirin jî kêfxweşiyeke mezin daye mirovan. Ji her beşa civakê mirov ji van hevdîtina kêfxweş bûn. Lewra trecrîd di her qadê de pêşiya Tirkiyeyê dixitimîne. Em hêvî dikin ku ev hevdîtin bi awayekî rûtin bidomin û tecrîd bi temamî rabe. Bi temamî rakirina tecrîdê re dê tecrîda li ser aştî û muzekeryan jî rabe."