STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, ji bo serbestberdana girtiyên nexweş di çalakiya “Rûniştina F” a 374’emîn de xwest girtiyê nexweş Adnan Oztel demildest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê, bi daxwaza girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 374’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin vekirin. Komîsyona Girtîgehan di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Adnan Oztel. Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Grevên birçîbûn û rojiya mirinê asta krîtîkbûnê derbas kirin. Ji bo çareseriyê divê demildest gav bên avêtin.”
‘ŞERT Û MERC JI BO DERMANKIRINÊ NE GUNCAWIN’
Acettîn, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Oztel û wiha bilêv kir: “Şert û mercên dermankirina Oztel ê tê de ye ne guncawin. Dîsan dermanên ji bo wî tên dayîn bi riskin.” Acettîn gotinên Oztel ên derbarê rewşa xwe de ragihandin wiha rêz kir: “Bi salane ji bo çavên xwe hewldan nîşan didim. Lê min tu encam bi dest nexwist. Dema ku min dibin nexweşxanê, bijîşik bêyî ku guhdarî min û giliyê min bike û min mûayene bike, dermanan dinivîsîne û firsetê nade ku ez derdê xwe vebêjim. Ji ber nexweşiya Behçet gelek organên di laşê min de xerab dibin. Di encamê de ez hîn zêdetir nexweş dikevim. Dermanên ku divê ez her roj vexwim, bi hinceta li eczaxaneyê tuneye, bi hefteyan bendê dimînim. Vê yekê jî weke rêbazeke îşkenceyê li hemberî me bi kar tînin.”
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ KIRINE’
Acettîn, da zanîn ku bi zanebûn li girtîgehan girtiyên nexweş terkî mirinê dikin û wiha bilêv kir: “Em dixwazin cenaze ji girtîgehan dernekevin, astengiyên li hemberî tedawiyê rabin û girtiyên nexweş bên berdan.”
Acettîn, dest nîşan kir ku divê mafê tenduristiyê bên bi cih anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin Adnan Oztel û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.