STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan der barê rewşa girtîgeha Îmraliyê de rapor amade kirin û ji CPT re şandin. Parêzeran, di raporê de diyar kirin ku 417 rojin bi tu awayî agehiyê ji Îmraliyê nagirin û wiha gotin: "Heta CPT rewşa Birêz Ocalan negire dest nikare portreyê Tirkiye derxe."
417 rojin malbat nikare biçe Îmraliyê. 417 rojin bi tu awayî agahî ji rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Heyeta CPT herî dawi di Nîsana 2016'an de Îmralî ziyaret kiribû, lê der barê rewşa Ocalan de agahî nedabû. Li gel vê yekê li ser medya civakî agahiyên der barê tenturistî û ewlehiya Ocalan de tên belav kirin. Têkildarî mijarê tu deng ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Cezayê li dijî Mirovahiyê ya Ewropayê (CPT) dernakeve. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan der barê rewşa Girtîgeha Îmraliyê de raporek amade kirin û ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Cezayê li dijî Mirovahiyê ya Ewropayê (CPT) re şandin. Heyeta CPT ku di 29'ê Tebax û 6'ê Îlona 2016'an de Tirkiye ziyaret kir, tevî daxwaza zêde neçû Îmraliyê û têkildari rewşa Ocalan tu agahî neda. Parêzerên Ocalan ên Buroya Hiqûqa Asrinê bi raporekê fikarên xwe yên der barê rewşa Ocalan de bi CPT re parve kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên PKK'ê Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de di 12'ê Tîrmehê û 1'ê mijdarê de serî saziyên eleqeder dabûn. Lê bersîva red girtibûn. Parêzeran serlêdan û bersîva redkirinê kirin rapor û ji heyeta CPT'ê re şandin. Parêzeran, diyar kirin ku hiqûqa bingehîn ya Îmraliyê ketiye bin piyan.
‘ÎŞKENCEYA BI PERGAL BÛYE MAYINDE'
Parêzeran di raporê de diyar kirin ku 14 mehin bi tu awayî agahiyê ji Îmraliyê nagirin û wiha gotin: "Sedema vê yekê Biryara 1'emîn Hakîmê Înfazê yê Bûrsayê ye. Sînorê qedexe û muameleyên li dijî hiqûqê hatiye asta ku bandora wê li ser fîzîk û ruh dike nayê hesapkirin. Dema tenduristî û temenê muwekilên me li ber çavan bên girtin, ev rewş nayê qebûlkirin. Tevî ku temen û tenduristiya muwekîlê me ya li gorî rewşa girtîgehê ne guncav e jî dîsa ev rejim û pergal tê meşandin. Rejimê, dijberî tenduristî û temenê wî bi rêk û pêk îşkenceya bi pergal kiriye îşkenceya mayinde. "
SERLÊDANÊN JI BO TENDURISTIYA WÎ JÎ HATIN REDKIRIN
Parêzerên Ocalan, li ser nûçeyên 'Ocalan jiyana xwe ji dest daye' yên li ser hesabên medya civakî hatin belavkirin jî rawestiyan û wiha gotin: “Malbatên ku nikarin hevdîtin bikin û li ser van nûçeyan agahiyên wan zêde bûn, serî li me dan. Serlêdanên malbatan bi riya me kirin jî wekî serlêdanên din hatin redkirin. Ev rê li pêş tecrîda mutlak vedike. Em bawer dikin ku nûçeyên bi vî rengî girêdayî geşedanên li Rojhilata Navîn pêş dikevin in. Li gori vê yekê divê Brêz Ocalan û Girtîgeha Îmraliyê ji her demê bêtir bê parastin û tedbîrên ewlehiya wan bê girtin."
'HETA ÎMRALÎ ESAS NEYÊ GIRTIN PORTREYA TIRKIYE NAYÊ DERXISTIN'
Parêzeran, di berdewama raporê de anîn ziman ku pêşniyarên CPT bê navber tên îhlalkirin û wiha hat gotin: “Tevî hemû van geşedanan, pratîka li holê li dijî îşkenceya heyî nabe bersîv. têr nake. Di ziyareta komîteya we ya 2017'an xwest portreyê Tirkiye yê mafên mirovan û demokrasiyê derxin. lê heta komîteya we rewşa Îmraliyê û rewşa birêz Ocalan nebîne nikare portreyên Tirkiye derxin. Rewşa îmraliyê ku li derve tê girtin li dijî hiqûqê ye. Heta rewşa Birêz Ocalan û Girtîgeha Îmraliyê neyê ditin portreyê Tirkiye nayê derxistin.
HEVDÎTINEK JÎ PÊK NEHATIYE
Parêzeran diyar kirin ku piştî girtiyên PKK'êyên sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin, heta niha ne malbat û ne jî parêzeran tenê bi carekê jî hevdîtin nekirine. Sedema rewşa Ocalan ku ji cîhanê hatiye qutkirin Hekîmtiya Înfazê ye ya 1'emîn Girtîgeha Bûrsayê ye. Parêzeran da zanîn ku wan serî li AYM'ê jî daye, lê heta niha tu bersîv nedaye wan. Dîsa di dem û dirokên cuda de nameyên ku ji Ocalan û 3 girtiyên din re hatin şandin bi tu awayi agahî ji aqûbeta wan nayê girtin."
'DOSYA TENDURISTIYA OCALAN NEDAN'
Parêzeran, anîn ziman ku piştî geşedanên 15'ê Tîrmehê der barê rewş û tenduristiya Ocalan de rapor û dosya xwestine, lê ev dosya bi wan re nehatiye parvekirin. Parêzeran anîn ziman ku wan rapora tenduristiyê ji Serdozgeriya Komarê ya Bursa xwestiye, lê ji 1999'an heta niha yek carê jî li Nexweşxaneyek serbixwe û bi rêk û pêk nehatiye dermankirin. Parêzeran, destnîşan kir ku wan di 12'ê Nîsana 2017 û 16'ê Cotmeha 2017'an de ji Wezareta Dadê der barê tenduristiyê de randewu xwestine, lê ev daxwazên wan bê bersîv maye.
‘EWLEHIYA TU GIRTÎ TUNE YE'
Parêzeran, herî dawî destnîşan kir ku hemû maf û hiqûq hatiye binpêkirin û wiha cih da raporê: "Li Girtîgeha Pergala Îmraliyê Ewlehiya tu girtî tune ye. Geşedanên dawî pêş ketin vê yekê piştrast dike. Ev geşedanên dawî hem malbat û hem jî parêzeran dixe nava fikaran. Ji bo ev fikar bi dawî bibin daxwaz tên redkirin. Divê komîteya we vê yekê qebûl neke. Weki kesên li dijî îşkenceyê, divê hûn li gorî peymana Ewropa yali dijî îşkenceyê, rîskê li Îmraliyê li dijî muwekilên me pêk tên ji holê rakin. 417 rojin em bi tu awayî agahiyê ji Girtîgeha Îmraliyê nagirin. Der barê rewşa muwekilê xwe de em tiştekî nizanin. Em dixwazin Komiteya we der barê fikar û pêkanînên guman de tedbîran bigire û têkeve nava hewldanan. "