HEWLÊR - Welatiyên herêma Bradostê diya kirin ku şevê din eskerên Tirkiyeyê li sînorê parêzgeha Hewlêrê û herêma Bradostê, li ser wan gule berandine. Welatiyan anîn ziman ku balafirên şer yên TSK'ê herêm daye bombeyan.
Êrîşên TSK'ê yên li ser axa Kurdistana Federe û xelkê wê didome. Eskerên Tirkiye danê sibê saet 05:00’an de carek din li ser herêmê gule û bombe reşandin. Balafirên TSK'ê îro danê sibê gundên Sîdekan yên ser bi herêma Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Duh êvarî Eskerên Tirkiyeyê gule berdane ser niştecihên gund yên li herêma Bradostê. Li gorî agahiyên herêmî balafiran vê sibê Girê Lêlkan, Xakurkê û derdora herêma Bradostê bomberan kiriye. Duh êvarî eskerên TSK'ê li ser çiyayê Çiyadêl, gule berdana gundiyên gundê Lêlkanê. Li gorî ku Ajansa RojNewsê agahî ji xelkê heremê stend, gelek gule bi malên gund yên li Lêlkanê ketine û ziyanek madî gihiştiye xaniyên gundiyan. Xelkê gund diyar kirin ku ew li ser bax û baxçeyê xwe ne û tu cihek endamên PKK’ê li nêzîkê wan nîne û gotin: "Lê ji ber êrîşên eskerên Tirkiye jiyana me di nava metirsiyê deye. Ev ne cara yekeme leşkerên Tirk bi guleyan êrîşê me dikin."