DERSÎM – Gelê Dersimê, xwedî li navê Dersimê derket û bertek nîşanî kesên li dijî vî navî derdikevin dan û gotin: "Kî çi dibêje bila bibêje, navê bajarê me, navê çiyayên me û zarokên me Dersim e."
Qeyûm tabelaya Şaredariya Dersimê guherandibû, tabelaya li ser "Tûncelî" nivîsandibû daliqandibû. Lê belê piştî hilbijarttina 31'ê Adarê bi biryar Meclîsa Şaredariyê dîsa biryar girt ku wê tabeleya li ser "Dersim" nivîsandî bê daliqandin. Şêniyên bajêr jî xwedî li vê biryara meclîsa şaredariyê derketin û bertek nîşanî kesên li dijî vî navî derdikevin dan.
Abdullah Guler, bilêv kir ku biryara meclîsê biryareke rast û di cî de ye û got: "Di dema DBP'ê de jixwe tableya li ser Dersim nivîsandî hebû. Qeyûm ew tabela daxist. Em navê Tûncelî qebûl nakin. Navê Tûncelî piştî komkujiya 1938'an bi darê zorê li vî bajarî hat kirin. Tenê ne ji bo navê şaredariyê em dixwazin navê Dersimê li tevahiya bajêr bê kirin û bê îadekirin."
‘NAVÊ ÇIYAYÊN ME DERSIM E'
Naciye Temûrleng jî, diyar kir ku ew dixwazin li ser tableya şaredariyê Dersim hebe û got: "Em bi navê Dersimê çêbûn, em bi vî navî mezin bûn. Em navê Tûncelî naxwazin. Em navê Dersimê dixwazin. Navê zarokên me, navê neviyên me, navê çiyên me Dersim e. Kî çi dibêje bila bibêje divê em bi a xwe bikin."
Mehemet Arikan jî, bi bîr xist navê bajarê wan Dersim e û biryara meclîsa şaredariyê biryareke di cî de ye û ew bi vê biryarê kêfxweş bûne. Arikan, got: "Wexta min ev biryar bihîst pir kêfxweş bûm. Lê belê daxuyaniya şaredar ku got walî çi bibêje wê ew be, ez xemgîn kirim. Ma tiştekî wisa dibe? Şaredara vîna gel e. Ji bo wê tabeleya daliqîne divê her tiştî bike. Kesên li dijî navê Dersimê derdikevin, li dijî pîrozweriyên me; Duzgun Baba û Mûnzûr jî dertên. Bila durûtiyê mekin. Duzgun Baba ji bo me çi qas pîroz be, navê Dersimê jî ew qas pîroz e. Kesên dijminê Dersimê bin, ne dostê me ne."
Nesrîn Akça jî destnîşan kir ku divê Dersim û Mûnzûr bi awayekî yekpare esas bê girtin û got: "Navê vî bajarî yê rastîn Dersim e. Em biryara Meclîsê pesend dikin. A diviya bê kirin jî ev bû. Çi navî lê dikin bila bikin lê ji bo gel ev der Dersim e. Em bertekên tên dayn qebûl nakin. Gelê herêmê dikare der barê bajarê xwe de biryaran bigire, ne ên li derve."
‘KESÊN DERSIMÊ QEBÛL NAKIN ÊRÎŞ DIKIN'
Huseyîn Çelîk jî anî ziman ku dewlet navê Dersimê veguherandiye polemîkeke siyasî û got: "Biryara endamên meclîsa me ne biryareke xeter e, biryareke di cî de ye. Kesên gelê Dersimê qebûl nakin êrîş dikin. Yek ji sozên ku şaredar dabû jî tabeleya Dersimê bû. Bila biryara xwe pêk bîne. Mesela rakirina dîwar tiştekî xweş bû. Di dema DBP'ê de ji tabelaya şaredariyê bigire heta navê midûriyetan hemû bi kurdî bûn. Lê wexta qeyûm hat hemû rakirin. Niha em heman tiştî ji rêveberiya niha jî dixwazin. Kî çi dibêje bila bibêje navê vira Dersim e."
Huseyîn Tûran jî, destnîşan kir ku biryara meclîsa şaredariyê di cî de ye û got: "Ne Şaredariay Tûncelî, em dixwazin Şaredariay Dersimê bibînin. Em bertek nîşanî biryarên der barê bajarên din nadin. Çima ew bertek nîşanî biryarên der barê bajarê me de didin. Divê rêz û hurmeta wan hebe. Ji bo dersimiyan wexta dibêjin 'Tuncelî' ewilî êşên 1938'an tên bîra mirovan. Lêw exta dibêjin Dersim, wekî ew birîn bicebirin. Ez hîn kêfxweş dibim. Tu dersimî navê Tûncelî qebûl nakin, ez jî qebûl nakim. Gel Maçoglû hilbijart. Divê serokatiya xwe pêk bîne."
‘BAHÇELÎ ÇI DIBÊJE BILA BIBÊJE NAVÊ VIRA DERSIM E'
Melîsa Yîgît jî, destnîşan kir ku navê bajêr ne Tûncelî, Dersim e û xwest meclîs biryara girtiye bi cih bîne.
Şahverdî Temûrleng jî got: "Navê welatê min û çiyayên min Dersim e. Kî çi dibêje bila bibêje navê vê xakê Dersim e. Bahçelî çi dibêje bila bibêje navê vira Dersim e."
MA / Semra Turan