STENBOL - 15 xebatkarên Sputnikê yên li Tirkiye û Kurdistanê, bal kişandin ser zextên di ofîsên li Tirkiyeyê de li dijî wan pêk tên û dan zanîn ku gefan li wan dixwen.
Xebatkarên berê yên Sputnik Tirkiye, Sputnik Kurdistan û Radyona Dengê Rûsyayê (RS FM) û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) di bin sernavê "Em rastiyên Sputnikê yên li Tirkiyeyê aşkera dikin" de daxuyaniyek weşand. 15 xebatkarên berê yên Sputnik Tirkiye û Kurdistanê, rewşa di ofîsên Sputnikê yên li Tirkiyeyê wiha rêz kirin.
"* Rêveberiya Sputnikê ya Tirkiyeyê, beyî ku rêgezên çapemeniya navneteweyî li ber çavan bigire, li dijî hin xebatkaran pergala mobbîngê xistiye dewrê.
* Ji ber bê tecrûbetiya rêveberiya Sputnik Tirkiyeyê, polîtîkayeke weşanê nehatiye diyarkirin, ji ber vê ne diyariyê şertên xebatê gelekî zehmet bûne.
* Rêveberên Ofîsa Sputnikê ya Tirkiyeyê bi vekirî xebatkar piçûk xistine, karên ku kirine li gorî xwe piçûk xistiye, henekê xwe pe kiriye, vegeriyaye saziyeke ku helwestên keyfî li dijî xebatkaran pêş dixe.
* Sputmik Tirkiye, di navbera xebatkaran de cudahiyê dike û bi vekirî cot standariyê bi pêş dixe.
* Sputnik Tirkiye, li cihê ku dengê van hevalên me yên di ofîsan de guhdar bike û ji wan re rêbazên careseriyê bigere, gef li wan xwariye.
* Sputnik Tirkiye, li dijî etîk û edebê tev geriya ye, di rewşeke ku pevçûnên tekakesî derketine pêş de, xebatkarên ku xwestine rojnamegeriyê bikin, mafê wan hatine xwarin.
* Sputnik Tirkiye, beyî ku qidem, agaî û têrkeriyê li ber çavan bigire hin kes anîne ser rêvberiyê, têkiliyên ehbabî û eqrebatiyê di saziyê de vegeriyane derenceyekî.
* Sputnik Tikriye, bi taybetî rojnamegerên jin piçûk dixe, şîroveyên zayendperestî veguherîne heqaretê.
* Sputnik Tirkiye, bi tu awayî çanda nîqaşê ya çameniyê li ber çavan nagire."
Xebatkaran aşkera kir ku hempîşeyên wan ên berê rastî gefan hatine û Sputnik Tirkiye wekî girtîgeheke servekirî pênase kirin.