HATAY – Endama Platforma Jina ya Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku kesên tên tacizkirin wexta ji bo giliyê diçin qereqolan poşman dibin û got, ev pirsgirêk bi perwredehiyeke rast û saziyên serwext dikare bê çareserkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî, di navbera 2014-2017'an de hejmara zarokên keç ên ji ber şideta cinsî anîne qereqolê 67 ji sedî zêde bûye. Li Tirkiyeyê hejmara zarokên keç ên bi şideta cinsî re rû bi rû mane 51 hezar û 748 e. Rêjeya zarokên keç ên di biniya 11 salan de û bi şideta cinsî re rû bi rû mane, 94 ji sedî zêde bûye.
Endama Platforma Jina ya Îskenderûnê Parêer Mehtap Sert, sedemên taciza cinsî û polîtîkayên dibin sedema van bûyeran nirxand.
Sert, destnîşan kir ku polîtîkayên îktîdarê hemû berên feraseta baviksalarî ne û li gor evan polîtîkan jin û zarok wekî "kes" nayên hesibandin. Sert, gotina Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê ya der barê bûyera îstismarkirina li Wqfa Ensarê ku gotibû "Ji carekê tiştek dernayê" bi bîr xist û destnîşan kir ku nêzîkatiyên bi vî rengî sûc rewa dikin.
Her wiha Sert, anî ziman ku mexdûrên îstismar û taciza cinsî wexta ji bo gilîkirinê diçin qereqolan, bi çewisandinan re rû bi rû dimînin. Sert ku got "Ji bo mexdûr gilî neke, çi ji destê wan tê dikin" destnîşan kir ku divê di demên wisa de xet û yekeyeke perwerdekirî ya wek "Xeta Şidetê ya Lezgîn" hebe.
Sert, anî ziman ku di pêvajoya gilîkirinê de di astên cuda yên darizandinê de pirsgsirêkên cuda rû didin û got: "Mesela şidna bi şidet an jî îstismarê re rû bi rû dimîne, li qereqolan bi pirsyarên têkildarî bûyerê re rû bi rû dimîne. Pirsyarên wekî 'Tu ji bo çi li wira bûyî? Çima te peyam rê kir?' Yanî lêpirsîneke ku ji bo gumanbar derkeve tê kirin. Eger mexdûr zarok be, ji bo beyana wî/ê bê girtin bi saetan li qereqolê tê rawestandin. Ji ber hîma wê ya teknîkî ne baş e, her carê kamera tên eyarkirin, pedagog tên peywdakirin... Ji ber van pirsgirêkan mexdûr ji ber gilî kiriye poşman dibe."
Parêzer Sert, anî ziman ku ji bo mirovên baş bigihên divê zarok hemû bi awayekî wekhev mafên xwe bi kar bînin û ji bo vê jî divê Wezareta Zarokan bê avakirin.
MA / Hamdullah Kesen