WAN- Li Wanê, Wezareta Karên Navxweyî keyayên du taxan ji peywirê girtibû. Şêniyên her du taxan bertek nîşanî vê pêkanînê dan û destnîşan kirin ku vîna wan hatiye xespkirin.
Qeymeqamê Artemêtanê Atif Çîçeklî li Wezareta Karên Navxweyî giliyê Keyayê Taxa Suphanê Ayhan Komî û Keyayê Taxa Şabaniyeyê Çetîn Bîlîr kiribû. Li ser vê wezaretê her du keya ji peywirê girtin. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan.
Melîha Kiziltaş, anî ziman ku ew keyayê xwe dixwazin û got: "Keyayê me kesekî demokrat e. Eger şêniyên taxê ew nexwestana jixwe nedibû keya. Wê ev zilm heta kuderê dewam bike? Divê dewlet dev ji van şaşiyên xwe berde. Heq çi bibe bila ew pêk bê. Em ê qeyûmê tayînî şûna keyayê me hatiye kirin qebûl nekin." Azîme Kûmrû jî got: "Me bi vîna xwe keyayê xwe hilbijart. Lê bi awayekî bêhiqûqî ji peywirê hat girtin. Xwedê qebûl neke. Dewlet bi zanebûnî wiha dike. Em qeyûm qebûl nakin."
'TU ELEQEYA VÊ ÎKTÎDARÊ BI EDALETÊ RE TUNE YE'
Ahmet Bîlîr jî destnîşan kir ku ev vê neheqiyê qebûl nakin û got: "Em dixwazin rojek berî rojekê mohra keyayê me bidinê. Bila neheqiyê nekin. A hatiye kirin neheqî ye, zilm û heqaret e. Qethiyen em qebûl nakin. Tu eleqeya vê îktîdarê bi edaletê tune ye." Cemal Demîr jî, bilêv kir ku ew ê keyayê xw ebi tenê nehêlin û got: "Madem wê ji peywirê bihatana girtin nexwe bila hilbijartin çênebûna."
Şêniyê Taxa Şabaniyeyê Mîrza Memet Sûrûç jî got: "Nexwe em beleheq çûne ser sindoqê." Mûstafa Sarisaç jî got: "Çima kesekî hatiye hilbijartin ji peywirê digirin? Bila rojek berî rojekê mohar keyayê me bidinê. Bila ev neheqî bi dawî bibe."
'VÎNA GEL HAT XESPKIRIN'
Mûsa Şay jî diyar kir ku ew ê vê yekê bi tu awayî qebûl nekin û got: "Bi vî awayî li ber vîna gel bêhurmetiyek hatiye kirin. Madem wê nehiştana nexwe bila YSK serlêdana wî qebûl nekirana. Ma ev edalet e? Em ê di her hilbijartinê de dengê xwe bidin keyayê xwe." Neharî Bîlîr jî got: "Ev nêzîkatî li dijî demokrasiyê ye. Vîna gel hatiye xespkirin. Em ê bi tu awayî qebûl nekin. Divê hemû eksên dmeokrasîxwaz, wekhevîxwaz destê xwe desynin ser wijdanê xwe û tev bigerin. Ev kes bi salan e karê xwe bi awayê herî baş dike û gel jê tê hezkirin. Çima wî ji peywirê digirin? Em qeyûm qebûl nakin. Pêdiviya vî welatî bi demokrasiyê heye. Em keyayê xwe dixwazin."
'NEHEQÎ YE, BÊHIQÛQÎTÎ YE'
Ramazan Şahîn jî diyar kir ku ew vê yekê qebûl nakin û xwest rojek berî rojekê dev ji biryara hatiye girtin bê berdan û got: "Ma kesekî sûcdar be 7 hezar deng digire? Tayînkirina qeyûm neheqî ye, bêhiqûqîtî ye. Em dixwazin rohek berî rojekê mazbataya keyayê me bidinê." Veysel Gundogdû jî bilêv kir ku ew ji keyayê xwe razî ne û xwest ev neheqî bi dawî bibe.
MA / Mujdat Can