AMED - Karkerên ji ber lêpirsîna ewlehiyê ji Şaredariya Rezanê hatibûn avêtin, di doza xweya ji bo vegera ser kar bi ser ketin. Lê belê Şaredarê Rezanê yê AKP'î Huseyîn Beyoglû û birayê wî Haşim Mertoglû ku paşnavê wan ê berê "Yalar" bû û guherandin, karkerên di dozê de bi ser ketin negirtin kar.
Di hilbijartina 31'ê Adarê de namzetê HDP'ê Zeyat Ceylan bi ser ketibû û bibû Hevşaredarê Şaredariay Rezanê, lê belê bi hinceta berê bi KHK'ê mamostetiya wî hatiye betalkirin YSK'ê mazbata neda Ceylan û ji dêvla wî da namzetê AKP'î Huseyûn Beyoglû. Huseyîn Beyoglû, piştî mazbata girt birayê xwe Haşîm Mertoglû ku berê paşnavê wan "Yalar" bû guherandin kir cîgirê xwe. Beyoglû û birayê xwe Mertoglû, karkerên di dema Rewşa Awarte de ji ber lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatibûn avêtin piştî di doza xwe ya ji bo vegera ser kar de bi ser ketin, negirtin kar. Lêpirsîna ewlehiyê wekî hncet dan ber karkeran.
Ji evan karkerên ji ber lêpirsîna ewlehiyê ji Şaredariya Rezanê ji kar hatibû avêtin Sînan Akbaş û Muharem Taş ji bo vegerin ser karê xwe li Dadgeha Îdareyê doz vekiribûn. Dadgehê, di biryara xwe de destnîşan kir ku a hatiye kirin ne li gor hiqûqê ye û xest her du eks vegerin ser karê xwe.
Lê Şaredar Huseyîn Beyoglû, vegera ser kar a Sînan Akbaş û birayê wî Haşîm Meroglû jî vegera ser kar a Mûharrem Taş red kir. Li ser vê her du karker bi rêya parêzerê xwe Mehdî Ozdemîr careke din serî li dadgehê dan.