* Karkerên ji ber lêpirsîna ewlehiyê ji Şaredariya Rezanê hatibûn avêtin, di doza xweya ji bo vegera ser kar bi ser ketin. Lê belê Şaredarê Rezanê yê AKP'î Huseyîn Beyoglû û birayê wî Haşim Mertoglû ku paşnavê wan ê berê "Yalar" bû û guherandin, karkerên di dozê de bi ser ketin negirtin kar.
* Name Ozturk a li dijî mêrê ku xwest wê bikuje neçar ma mafê xwe yê rewa biparêze û hatibû girtin, di 15'ê Gulanê de hat berdan. Ozturk, piştî hat berdan tundiya mêr a li dijî xwe û sedema parastina xwe vegot. Name Ozurk, anî ziman ku wê giliyê mêr li polîsan kir û wiha got: "Lê polîs got 'Tu ducanî ye. Tu pêwistiya zilamê xwe bi cih nîne' û ez ne parastim. Lê niha piştevaniya jinan min dide jiyandin.
* Li Wanê, Wezareta Karên Navxweyî keyayên du taxan ji peywirê girtibû. Şêniyên her du taxan bertek nîşanî vê pêkanînê dan û destnîşan kirin ku vîna wan hatiye xespkirin.
* Endama Platforma Jina ya Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku kesên tên tacizkirin wexta ji bo giliyê diçin qereqolan poşman dibin û got, ev pirsgirêk bi perwredehiyeke rast û saziyên serwext dikare bê çareserkirin.
* Serokvezirê Herema Federal ya Kurdistanê Nêçirvan Barzani ji bo rêveberiya xwe xurt bike, rêvebiriya Kerkükê ji Tirkmenan re berdide.
* Yakûp Taniş ku 18 sal berê birayê wî Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş di binçavan de hat windakirin, destnîşan kir ku lêgerîna wan lêgerîna ji bo heqîqetê ye û got: "Me di wijdan û mêjiyê xwe de ew nekuştiye."
* Gelê Dersimê, xwedî li navê Dersimê derket û bertek nîşanî kesên li dijî vî navî derdikevin dan û gotin: "Kî çi dibêje bila bibêje, navê bajarê me, navê çiyayên me û zarokên me Dersim e."
* Xizmên windayan û parazvanên mafê mirovan, dê li Amed û Êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" pêk bînin. (12.00)
* Dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, dê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 739'an de bi boneya balê bikişînin ser windayan û bixwazin kujer bên darizandin dê çalakiya xwe ya şemiyê li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Laçik Spî yên ji bo bibin dengê zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, dê li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze, Bakirkoy û Qada Esenyûrt çalakiya xwe ya nobetê dewam bikin. (12.00-19.00)
* Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, dê li Mêrsîn û Edene çalakiya rûniştinê dewam bikin. (14.00)
* Komîsyona Girtîgehan a şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û bixwazin nexweş bên berdan dê li Qada Galatasarayê di hefteya 374'emîn de çalakiya "Runiştina F" berdewam bikin. (13.30)
*Platforma Zimanê Kurd a ji 9 partiyên siyasî pêk tê, dê li Navenda Çand û Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê panela "Ol û Ziman" li dar bixe. (15.00)