ÎZMÎR – Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur jî di navde 11 kesên ku polîsan di mudaxaleyê de ew binçav kirin bi şertê “venêrtina serbest" û "qedexeya derve" hatin berdan.
Li Navçeya Konakê ya Îzmirê xizmên girtiyan û rêveberên HDP'ê duh bi armanca balê bikişînin ser daxwazên çalakgerên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê û rojiya mirinê xwestin daxuyanî bidin. Polîsan mudaxale kiribûn û Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur jî di navde 11 kes hatibûn binçavkirin. 11 kesên ku polîsan ew binçav kirin îro sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê kir. Heyeta dadgehê jî der barê 11 kesan de bi şertê "Venêrtina serbest û "Qedexeya derve serbest berdan.
Kesên hatin binçavkirin û berdan wiha ne: Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur, Endama Meclîsê ya HDP'ê Semra Uzunok, Endamê EGE TUHAYDER Mazlum Koç, Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Velat Yalçinkaya, Cemal Bulut, Helin Kiliç (16), Yigit Şakir Ozdemir, Oktay Çelîk, Dayika Girtiyan Nufusa Ataç, Hazal Yaşar û Leyli Tikan.