RIHA - 10 kesên ku li Xalfetiyêhatibûn binçavkirin, hatin berdan. Mehmet Hayrî Çîftçî û Mûstafa Çîftçî, li eywana dadgehê îşkenceya li wan hatibû kirin vegotin
10 kesên ku li navçeya Xalfetî ya Rihayê piştî şer û pevçûna ku derketibû, hatibûn binçavkirin, derketin Edliyeya Rihayê. Abdûllah Bûga, Abdûrrahman Çîftçî, Ahmet Yildirim, AlÎ Zencîrkiran, Kenan Yildirim, Mehmet Kaçar, Mehmet Hayrî Çîftçî, Mûstafa Çîftçî, Muslum Yildirim û Sînan Yildirim ku derketin edliyeyê û bi angaşta ku "piştgirî dane rêxistinê" îfade dan dozger, bi daxwaza “kontrola edlî” sewqî Dadgeriya Cezay6a Sulhê hatin kirin.
'AVÊ REŞANDIN Û KIRIN FELEQEYÊ'
Hemû kesên îfade dan dadger daxwaza "kontrola edlî" red kirin û berdana xwe xwestin. Mehmet Hayrî Çîftçî û Mûstafa Çîftçî li eywana dadgehê îşkenceya di in çavan de li wan hatibû kirin vegotin û daxwaz kirin ku ji bo raporê sewqî Tipa Edlî werin kirin. Mehmet Hayrî Çîftçî ev îfade da dadgehê: "Îfadeya min a li miduriyeta polisan rast e. Li qereqola cendirmeyan îşkence li min hate kirin. Pê li min kir, şopa vê yekê heye. Bi ço li tilî û pêyî min dan. Avê li min kirin û kirin feleqeyê. Ev bûyer li qereqola cendirmeyan bûn. Li miduriyeta polisan jî çavên min girtin, min 2 qat derxistin jorê û elekrîkê dana organê min ê zayendî. Dest û pêyê min girtin û bi hev re rabûn ser min. Ez ê derbarê kesên eleqedar de serlêdana sûc bikim. Daxwaza kontrola edlî red dikim."
ÎŞKENCE HAT QEYDKIRIN
Dadgeh, îşkenceyê bi van gotinan: "Di çavdêriya dadgehê de hat dîtin ku ser milê rastê yê kesê bi guman bi qasî 10 cm sor bûye." derbasî qeydan kir.
Parezera Çîftçî Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku di dosyayê de delîleke şênber tuneye û xwest daxwaz kontrola edlî bê redkirin û rapora tipa edlî bê girtin.
'ÎŞKENCE DI BIN ÇAVAN DE BÛ'
Mûstafa Çîftçî jî têkildarî îşkenceya lê hatibû kirin, ev tişt got: "Îfadeya min a li miduriyeta polisan rast e. Di bin çavan de îşkence li min hat kirin. Çavên min girtin, bi elektrîkê bû bi destan bû nizanim lê qorikên min dişiyan. Li qereqola cendirmeyan bi kulm û pêhînan li min dan. Guhê min dêşê. Ez ê derbarê vê rewşê de serlêdana sûc bikim. Daxwaz dikim ku daxwaza kontrola edlî bê redkirin."
Parêzerê Çiftçî Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku muwekîlê wî bixwe çûye qereqolê û xwest ku rapora tipa edlî bê girtin û daxwaza kontrola edlî bê redkirin û bê berdan.
BIRYARA DADGEHÊ
Dadgeha ku biryara xwe aşkera kir, biryar da ku Kenan, Muslum, Sînan û Ahmet Yildirim û Mehmet Hayrî Çîftçî bi şertê kontrola edlî ya hefte carekê îmze bide bên berdan û Abdûllah Bûga, Abdûrrahman Çîftçî, Mehmet Kaçar, Mûstafa Çîftçî û Alî Zencîrkiran jî bêyi şertê kontrola edlî bên berdan.
Dadgehê bi hinceta ku girtina rapora edlî, di çarçoveya berhevkirina delîl de ye û di pêvajoya lêpirsînê de rayeya berhevkirina delîl di destê dozger de ye, daxwaza girtina rapora edlî ya Mehmet Hayrî Çîftçî û Mustafa Çîftçî red kir.