STENBOL - Fehîme Ekmez a di dema çalakiya nobetê ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze de hat derpkirin, diyar kir ku platîna di linge wê de ji cih derketiye û bi zorê dimeşim. Hatîce Soyler jî, got: “Heya ku zarokên me greva birçîbûnê bi dawî bikin, em ê çalakiya xwe dewam bikin.”
Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di grevên birçîbûn û rojiya mirinê de ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze dewam dike. Dayikên roja Duşemê di dema çalakiyê de rastî mudaxileya polîsan hatin û hatin derpkirin, bertek nîşanî tuniya li ser dan.
‘MORALÊ WAN BAŞE LÊ TENDURISTIYA WAN NE BAŞE’
Dayika Ozlem Soyler a ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ye Hatîce Soyler, diyar kir ku berî 5 rojina çû hevdîtina keça xwe û wiha axivî: “Ji bo ku em xemgîn nebin keça min got rewşa wan başe. Keça min 35 saliye û ketin bin 40 kîloyî. Ligel ku gelek nexweşiyên wan rû dane jî, moralê wan pir başe. Keça min got di demên dawî gardiyan tim bi ser kawîşên wan de digirin. Dest danîne ser radyoyên wan ji bo ku ji derve agahî negirin. Ji xwe rojnameyan jî nadin wan û rojnameyên didin wan jî tiştek tê de tuneye. Zarokên me mafên qanûnî yên bi Birêz Ocalan daxwaz dikin. Divê tecrîd rabe. Bi careke parêzer şandinê ev pirsgirêk çareser nabe. Divê hevdîtin dewamî bibin. Wisan tenê carekê parêzer şandin nabe. Divê hevdîtin dewamî bibin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin. Zarokên me heliyane û divê bi lezgînî çareseriyek bê dîtin.”
‘EM DERP KIRIN’
Soyler, bal kişand ser derpkirina xwe jî û wiha got: “6 roj berî em çûn ber girtîgehê. Em û wekîl Ayşe Surucu derp kirin. Li ser laşê me hin deqên şîn û reş çêbûn. Ji bo ku em rapor bigirin em çûn nexweşxanê lê xemsar nêzî me bûn. Ji bo ku em polîsan gilî bikin em dîsan çûn cem polîsan. Me derbarê polîsan de serî li Serdozgeriya Komarê ya Gebzê da û serlêdana sûc kir. Dûre me çalakiya xwe ya nobetê dewam kir. Em rastî mudaxileyê hatin, lê me dîsan çalakiya xwe dewam kir.”
‘EM NIKARIN TEMEŞE BIKIN’
Dayika Nîhat Ekmez ê ji 26’ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê ya Îzmîrê di greva birçîbûnê deye Fehîme Ekmez jî, ligel temenê xwe yê mezin û rojî girtinê jî, tim beşdarî çalakiya nobetêr ya li Girtîgeha Gebze dibe. Ekmez a 23 salin kurê wê girtiyê, diyar kir ku berî 15 rojan çû hevdîtina kurê xwe û wiha axivî: “Kurê min heliyaye. Çerm û hestî maye. Dema min kurê xwe di vî halî de dît, cigera min şewitî. Em dayik nikarin temaşeyî mirina zarokên xwe bikin. Ji ber grevên birçîbûnê xew nakeve çavên min. Derbarê jiyana kurê min de fikarên min hene. Rayedarên girtîgehê her tiştê wan ji wan girtine. Heta dest danîne ser pênûsên wan jî. Rayedarên girtîgehê bi awayekê keyfî cezayê dîsîplînê li zarokên me dibirin. Ev mehe cezayê wî yê telefonê heye û em nikarin bi hev re hevdîtin bikin.”
‘EZ BI ZORÊ DIMEŞIM’
Ekmez tundiya polîsan şermezar kir û wiha bilêv kir: “Her roj heqaretê li me dikin. Ji me re dibêjin ‘Tu dayika terorîstanî. Ma çima tu naçî Qendîlê.’ Ez jî ji wan re dibêjim ‘Hûn terorîstin. Ezê herîm Qendîlê jî, lê ev der jî welatiyê mine.’ Di lingê min de platîn heye. Ji cihê xwe derketiye. Ez bi zorê dimeşim. Ligel hemû êrîş û zextan jî, ji bo ku zarokên me bijîn, em beşdarî çalakiyên nobetê yên li ber girtîgehê dibin. Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê em derdikevin qadan. Niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê dene. Rewşa wan pir ne başe. Em bang li hemû kesan dikin ku bêjin ‘êdî bese.’”