AMED - Li Amedê bi sedan malbatên çalakgerên grevabirçîbûnê û rojiya mirinê, ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê rûniştinê pêk anîn.
Dayik û xizmên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê cara 24'emîn li hev kom bûn û li ber Fabrîqeya Arvan a li hembeî Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayikên ku ji Êlih û navçeyên Farqîn, Licê û Bismil ên Amedê hatibûn jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziya Tosûn û rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar jî piştgirî dan çalakiyê.
Bi sedan dayik û malbatên ku ji aliyê polisan ve hatin dorpêçkirin, timik dûrişmeyên "Bijî berxwedana dayika", "Bijî berxwedana zindana”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" avêtin.