EDENE – Nûnera Herêma Çukurova ya ÎHD'ê, Prz. Yasemin Dora Şeker, diyar kir ku li Girtîgehên Herêma Çukurova girtiyên di grevê de ziyaret kirine û nêzî 200 girtiyên di grevê de rewşa wan krîtîk e.
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîdê didomin. Parêzerên ÎHD, ÇHD û Baroya Edeneyê li ser serlêdana malbatan li girtîgehên Herêma Çukurova girtiyên di greva birçîbûnê de ziyaret kiriin. Ji endamên heyetê Nûnera Herêma Çukurova ya ÎHD'ê Prz. Yasemîn Dora Şeker, der barê ziyaretan de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
200 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
Prz. Av. Şeker, diyar kir ku li Girtîgeha tîpa F a Kurkçulerê 20 girtî, li Girtîgeha tipa M a Ceyhanê 8 girtî, li Girtîgeha Tipa T 1-2 ya Osmaniyê 39 girtî, li Girtîgeha Tarsûsê 133 bi giştî 200 girtî di greva birçîbûnê de ne û wiha got: "Mi bi girtiyên di greva birçîbûnê re hevdîtin kir. Rewşa tenduristiya kesên di grevê de pir xerab bû. Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa T a 2 a Osmaniyê ji 1'ê Adarê ve Îbrahim Sutçu, Mehmet Emin Dal, Şakîr Çayin û Ahmet Aycan bi zarê dimeşiyan û bê hal bûn.
Dîsa li Girtîgehê Siraç Yuksel li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbû. “Yên di grevê de serê wan gêj dibe, bê halin. Mahdê wan dixele, çavê wan tarî dibe. Li hemberî deng, ronî û bêhnê pir hasas bûne. Girtiyan di navbera 12-15 kiloyan de zeîf bûne.
Pirtûk, rojname û amûrên girtiyan desteser dikin. Li ser kanalên TV yan jî tecrîdê dadîtin.