MÊRSÎN - Li Tarsusê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de li taxên Bahçe, Barbaros û Şahîn ên navçeya Tarsusa Mêrsînê bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Ahmet Kizmaz, Ahmet Amutkan û Kazim Tumak binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Mudûriyeta Polîsan a Tarsûsê. Sedam binçavkirina wan nehat zanîn.