ÊLIH - Hevserokê DBP'ê yê Êlihê Şukru Tapkan, Abdulbarî Kargaç û Şîrîn Çelik ku li Êlihê hatibûn binçavkirin, bi angaşta ku "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
Hevserokê DBP'ê yê Êlihê Şukru Tapkan, Abdulbarî Kargaç, Şîrîn Çelîk, Mahmût Surucu, Sureyya Demîrkiliç û Rojda Surucu ku di 21'ê Gulanê de bi serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, duh piştî îfadeyên xwe yên li miduriyeta polisan, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê Rojda Surucu berda û her pêncên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi angaşta ku "Endamê rêxistinê ne" û "Li ser navê rêxistinê xebat meşandine" derbarê hevserok Şukru Tapkan, Abdulbarî Kargaç û Şîrîn Çelik de biryara girtinê da û Mahmût Surucu û Sureyya Demîrkiliç bi şertê kontrola edlî berda.
Tapkan, Kargaç û Çelîk ku dadgehê biryara girtina wan da, birin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.