RIHA - Mehmet Emîn Yildirim ê li Xalfetiyê hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat, piştî hat berdan, îşkenceya di bin çavan de lê hatiye kirin vegot. Yildirim, anî ziman ku destê wan li pişta wan kelepçe kirin li ser dev li erdê dirêj kirin û bi qundarê çekan û pêhnan li wan xist û îşkence li wan kir. Yildirim da zanîn ku ji Qereqola Cendirmeyan heta TEM'ê îşkence liwan kir.
Di 18'ê Gulanê de li Gundê Dêrto şer derketibu û di şer de polîsek hat kuştin. Piştî bûyerê polîs û tîmên taybet bi ser Gundê Qoser a Navçeya Hewagê de girtibûn. Polîs û tîmên taybet li Gundê Derto û Qoserê 47 kes binçav kiribûn. Yek ji kesên hatin binçavkirin û piştre hatin berdan Mehmet Emin Yildirim e. Yildirim ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hat îşkenceya lê hatiye kirin vegot. Yildirim anî ziman ku ji Qereqola cendirmeyan a Yalakê heta şaxa TEM'ê ya Rihayê rastî îşkenceyê hatiye. Yildirim li gel 47 kesên hat binçav kirin duh di nava 10 kesan de sewqî dadgehê kirin. Li dadgehê Abdullah Çiftçî bi îdîaya li ser medya civakî propaganda kiriye hat girtin û 9 kes jî serbest berdan. Mehmet Emîn Yildirim ku li Qosera Yalakê hat binçavkirin, li gel 19 kesan li hewşa qereqolê li erdê hatin dirêjkirin û rastî îşkenceyê hatin. Yildirim, îşkenceya li wan hatiye kirin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot. Yildirim, diyar kir ku îşkenceyê li malê dest pê kir û heta hewşa Qereqolê û ji wir jî heta şaxa TEM'ê berdewam kir û wiha axivî: "Em ji heman malbatê 9 kes piştî sahorê binçav kirin û birin. Ji ber ez rastî îşkenceyê hatim êdî nikaribûm bimeşiyama. Em bi lêdana qundarên çekan û pêhnan binçav kirin û anîn Qereqola Cendirmeyan a Yalakê. Piştî em bi saetan li vir hiştin em anîn Şaxa TEM'ê ya Rihayê. Em di rê de rastî neheqiyên mezin hatin. Ez mirovekî nexweş im û 3 stend di dilê min de hene. Dema em rabûn sahorê, polîsan bi ser mala me de girtin. Dema em li ser xwarina sahorê bûn polîsan li derî xistin û ketin malê. Ez birayê xwe û zarokên xwe tev li cem hev bûn. Em lêpirsin û bê pirsiyar binçav kirin û birin. Em tev li ser zik li erdê dirêj kirin. Ez û birayê min Muslum Yildirim, Sinan Yıldırım, Celal Yildirim û Ahmet Yildirim û kurê min Ugur Yildirim, biraziyê min Kenan Yildırım, Mustafa Yildirim, Abdullah Yildirim bi gişkî 9 kes binçav kirin.
BI QUNDARÊ ÇEKAN ÎŞKENCE LI ME KIRIN
Yildirim, da zanîn ku pişti ew birin Qereqola Cendirmeyan a Yalakê fêr bûn ku ji malbata Gul û Zincirkıran jî gelek kes hatine binçav kirin û wiha got: “Em tev birin qereqola cendirmeyan û destê me li pişt me kelepçe kirin. em li ser zik bi devve li erdê dirêj kirin. Destûr nedan ku em li dora xwe binerin. Dema em li qereqolê dirêj kirin bi tekmeyan û qundarê çekan li serê me dan. Li qereqolê pir îşkence li me kirin. Piştre em birin Şaxa Tem'ê ya Rihayê. Dema em birin Şaxa TEM'ê ciwn li wir hebûn. Ew yek bi yek birin. Çi kirin em nizanin. Dema me pirsî gotin li gundê Xelfetiyê şer derketiye. Ji me re got hûn wan nas dikin. Ew gundê ku qala wî dikin û gundê me 50 kilometre dûrî hev in. Gundê me yê Hewaye ye. Lê gundê ew qal dikin gundekî Xalfetiyê ye. Me nizanîbû çima em binçav kirin. 3 roj şûnde parêzer hatin. Parêzeran ji mere gotin 'Şer derketiye û bi hinceta hûn şikdar in hûn binçav kirine. Dema em birin TEM'ê em tev ji hev cuda kirin. Li her odeyê 5-6 kes bûn. Dema em dipirin lêpirsînê çavên me digirtin û em dibirin. Ez birim odeyek tarî. Ez li ser çongê dam rûniştandin. Têkildarî mijarê pirs ji min dipirsîn. Min kesên lêpirsîn dikir min nedidît. Niha di bin çavan de 4 birayê min û kurê min heye. Birîna kurê min ji ya me xerabtir bû. Bi lêdanê binê piyê kurê min xwîn kiribûn. Li Nexweşxaneya Hewagê dirûtin. Piştre em birin TEM'ê. Dema li ser piyên xwe meşiya dîsa kêlê dirûnî vebûn.
'DOKTOR ÎŞKENCE JI NEDÎTINÊ VE HAT'
Yildirim anî ziman ku dema ew birin kontrolê û doktorê li wan nerî, îşkenceya li wan hatiye kirin ji nedîtnê hat û wiha got: "Em hemû li otobusê suyar kirin. Destê me li pişt me kelepçe kirin. Serê me daxistin xwar. Em birin nexweşxaneya Dewletê ya 500 doşek a Rihayê. Bijîşk anîn xistin otubûsê û ji mere gotin serê xwe rakin. Dema polis got serê xwe rakin, bijîşk got 'tiştekî we heye?' û çû. Piştre dîsa em birin. Ji gundê me 19 kes hebûn. Li nexweşxaneyê rapor nedan me. Ez nexweşê dil im û 3 caran anjiyo bûme. 3 stend di dilê min de hene. Min du caran krîza dil derbas kiriye.
ÎŞKENCE LI BAVÊ MIN Ê 65 SALÎ KIRIN
Ahmet Yildirim ê li navenda Rihayê hat binçavkirin jî anî ziman ku şev nîvê şevê polîsan bi ser mala wan de girt û li gel 2 xizmên wî yên li mala wan binçavkirin. Ahmet Yildirim, anî ziman ku 3 saetan di bin çavan de ma û serbest hat berdan û wiha got: "Piştî lêpirsîna me em 3 kes hatin berdan. Mehmet û Omer birin Şaxa TEM'ê. Min dît ku işkenceyek xerab bi kesên hatibûn binçavkirin kir. 3 birayê min û bavê min di bin çavan de ye. Bavê min Muslum Yildirim, birayê min Kenan, Mustafa û Abdullah Yildirim di bin çavan de ne. Birayê min Abdullah ji milê wî derb kirine. Bavê min kal e û 65 salî ye. Derman dixwe. Li wî xistibûn û derb kiribûn. Îşkence li wan kiribûn. Emk wekî malbat pir bi fikra û mexdûr in.