ENQERE - Serokên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê ji bo rakirana OHAL’ê ku dest bi kampanyayê kiribûn, HDP ziyaret kirin.
Heyeta ku ji Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko, Serokê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Raşît Tukel, serokê Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz pêk dihat, Navenda Giştî ya HDP’ê ziyaret kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen, Alîkarê Hevserokê Giştî Nadîr Yildirim heyet pêşwazî kirin. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko têkildarî ziyaretê, diyar kir ku her diçe Tirkiye vediguhere rejîma OHAL û wiha got: "Li dijî vê yekê hemû kes dikare tiştekê bikin.” Beko têkildarî kampayaya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê destpêkirin agahî da û wiha got: “Em ê tu carî rejîma OHAL’ê qebûl nekin. Em piştgiriyê ji HDP û CHP’ê dixwazin.” Piştî axaftina Beko hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kir.