WAN - Li Wanê keyayên taxa Suphan û Şabaniyeyê ji peywirê hatin girtin. Keyayan, destnîşan kir ku vîna gel hatiye xespkirin û gotin: "Eger hîmê demokrasiyê bê leqandin wê avahî hilweşe."
Wezareta Karên Navxwetî di 15'ê Cotmeha 2018'an de Keyayê Taxa Suphanê ya Navçeya Artemêtanê Ayhan Komî û Keyayê Taxa Şabaniyeyê Çetîn Bîlîr ji peywirê girtibû. Her du keya di hilbijartina 31'ê Adarê bi ferqeke mezin careke din hatin hilbijartin. Lê belê Qeymeqamê Artemêtanê Atif Çîçeklî, ji bo Komî û Bîlîr ji peywirê bên girtin serî li Wezareta Karên Navxweyî da. Wezaretê jî her du keya ji peywirê girtin.
Keyayê Taxa Suphanê Ayhan Komî, bilêv kir ku di hilbijartina 2014'an de hatiye hilbijartin lê belê di sala 2018'an de qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin. Komî, anî ziman ku li şûna wî azayê di rêza 3'yan de bûye keya û got: "Gelê li me digere û dibêje sibê hilbijartin çêbibe em ê dîs adengê xwe bidin we. Hîmê demokrasiyê hilbijartina herêmî ye. Kesekî tayînkirî radibe bi awayekî neheq kesên hilbijartî ji peywirê digire. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin."
'VÎNA GEL HAT XESPKIRIN'
Komî, anî ziman ku ji bo ev yek bê betalkirin serî li Dadgeha Îdarî ya Wanê daye û got: "Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û heta dawiyê doza mafên xwe bikin." Komî, destnîşan kir ku gelek parlementer, şaredar û endamên meclîsê bi awayekî neheq ji peywirê hatine girtin û got, ev xespkirina vîna gel e. Komî, got: "Dê gel vê neheqiyê qebûl neke. Di hilbijartina 31'ê Adarê de 70 ji sedî min deng girtin. Li ber min 4 namzet hebûn, wan 3 hezar deng girt, min 4 hezar û 304 deng girtin. Bi awayekî neheq em ji peywirê girtin. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin."
Keyayê Taxa Şabaniyeyê Çetîn Bîlîr jî destnîşan kir ku di sala 2018'an de ji ber hin kesan ew hedef nîşan daye qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin û got: "Piştî 7 mehan Dadgeha Îdareyê dîsa em şandin ser peywirê. Li ber me tu astengiyên qanûnî tune ne. Di 31'ê Adarê de dîsa hatim hilbijartin û bi ser ketim. Li taxê min 5 hezar û 402 deng girtin. 6 namzetên din j, 3 hezar deng girtin."
Bîlîr, bilêv kir ku 3 serdem in keya ye, lê belê Qeymeqamê Artemêtanê Atif Çîçeklî wî tim hedef digire û got: "Tu tişt nemane qeymeqam nexistiye stuyê me. Lê her tim jî dadgeh dibêje tu sûcê we tune ye û birara beraetê dide. Di hilbijartina dawî de jî bi rêjeyeke zêde em hatin hilbijartin."
Bîlîr anî ziman ku di nav 40 rojî de wan ji bo çêkirina du piran, ji bo mala keyatiyê û ji bo xeta drenajê ya 500 metreyî tev geriyane û got: "Ji bo em ji peywirê bên girtin li ber me tu astengiyeke hiqûqî tune ye. Lê belê li her derî bêhiqûqîtî heye. Li hemberî me kîn û nefreta qeymeqam, dijminatiya wî ya ji bo kurdan pir e."
‘EM HÎMÊ DEMOKRASIYÊ NE'
Bîlîr, anî ziman ku azayê di rêza 7'an de danîne şûna wî û got: "Li holê mafekî hatiey xespkirin heye. Tayînkirina qeyûm tê wateya tayînkirina qeyûma li ser tevahiya Taxa Şabaniyeyê. Ji bo betal bibe me serî li Dadgeha Îdareyê da. Em dişopînin. Bila qeymeqam bela xwe ji me veke. Em ne dijminê vî welatî ne, em ferdên vî welatî ne. Hin kes ji bo ser şaşiyên xwe bigirin tên bela xwe di me didin. Em hîmê sereke yê demokrasiyê ne. Eger ev hîm bê leqandin wê avahî hilweşe."
MA / Mujdat Can