STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi angaşta ku sûcên "Biçûkxistina Serokkomar" , "Bi awayekî vekirî tehrîkkirina gel a kîn û dijminahiyê" û "Propagandaya terorê" kiriye, ji 2 sal û 9 mehan heta 11 salan ceza ji Seroka Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglû re xwest.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi angaşta ku sûcên "Biçûkxistina Serokkomar" , “Biçûkxistina ji ber peywirê ya peywirdarê cemariyê", "Bi awayekî vekirî biçûkxistina Dewleta Komara Tirkiyeyê" , "Bi awayekî vekirî tehrîkkirina gel a kîn û dijminahiyê" û "Propagandaya terorê" kiriye, derbarê Seroka Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglû de angaştname amade kir. Di çarçoveya lêpirsîna ku di 15'ê Çileya 2018'an de hatiye destpêkirin, di angaştnameyê de ji Kaftancıoglû re ji 2 sal û 9 mehan heta 11 salan ceza tê xwestin.