STENBOL – Serdozgerê Komarê der barê 42 personelên Zanîngeha Marmarayê de biryara binçavkirinê da.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna cemaata Fethullah Gulen de der barê 42 kesên peywîrdarên akademik, îdarî û karkerên cemaweriyê de biryara binçavkirinê da. Operyona navenda wê Stenbol e heta niha li 5 bajaran 22 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku li odeyên 24 kesên hêj li Zanîngeha Marmarayê (MU) dixebitin lêgerîn pêk hatiye.