MÊRSÎN - Birayên hev Halîl, Gazî û Agît Mûratoglû ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ne, gotin: "Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê."
Birayên hev Halîl, Gazî û Agît Mûratoglû li dijî tecrîda li Îmraliyê li girtîgehên cuda 84 roj in di greva birçîbûnê de ne. Halîl (27), di sala 2014'an de hatiye girtin û 15 sal ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê de ye. Gazî (20), di sala 2016'an de hatiye girtin, 11 sal ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de ye. Agît (19) jî di sala 2015'an de hatiye girti, 4 sal ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de ye.
‘WÊ TECRÎD BI BERXWEDANÊ BÊ ŞIKANDIN'
Dayika wan Hanim Mûratoglû ku du roj berê bi telefonê bi zarokên xwe re axivî, bilêv kir ku rewşa zarokên wê baş e û got: "Wexta çûm girtîgehê pir zihîf bibûn. Min ew hemêz kirin û giriyam. Kurê min ji min re got 'Megirî dayê, em baş in, moralê me baş e. Her kes di grevê de ye. Em jî wek wan in. Heta tecrîd neyê şikandin em ê li ber xwe bidin. Em bawer dikin wê tecrîd bi berxwedanê bê şikandin. Em ê bi ser bikevin.' Zarokên min hatibûn derbkirin. Kincên wan hatibûn qetandin, lê ji min re behsa rewşa xwe nakin."
Mûratoglû, xwest daxwaza zarokên wê û girtiyên din pêk bê û got: "Bila rojek berî rojekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Helbet wê roj bê ew jî azad bibin. Em dayik in, kezeba me dişewite. Em bibin yek, em qada neterikînin. Em li her derî daxwaza zarokên xwe bilêv bikin."