EDENE - Mamoste Tahsîn Ûysal, piştî hatibû girtin bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Lê her çend der barê wî de biryara beraetê hatibe dayîn jî nikare vegere karê xwe. Ûysal, anî ziman ku piştî ew û keça xwe îxrac bûn hevjîna wî bi pençeşê ket got: "KHK'yîbûn mirina bi sivîlî ye."
Tahsîn Ûysal, ji ber endamê Akîf Egîtîm Senê bû û ji ber di Bank Asyayê de hesabê wî hebûye hatibû girtin û paşê bi KHK'ê ji mamostetiyê hatibû îxrackirin. Lê belê her çend der barê wî de biryara beraetê hatibe dayîn hîn jî nikare karê xwe bike. Di vê pêvajoya zor û zehmet de pençeşêra pêsêran li hevjîna wî peyda bû û niha hem bi tedawiya hevjîna xwe re eleqedar dibe hem jî di bin banê Platforma Mexdûrên KHK'ê ya Edeneyê de têdikoşe.
Ûysal, diyar kir ku wexta ew di binçavan de bûye derdora wî xwe jê dûr kiriye û got: "Ji nişkave barê jiyana min û malbata min ket ser milê hevjîna min. Hem li ber min diket hem jî dixebitî. Wexta di girtîgehê de bûm keça min a akademîsyen hat binçavkirin. Keça min 17 rojan di bin çavan de ma. Piştî binçavkirinê 3 mehan karê xwe kir, paşê ji ber rewşa min bi KHK'ê hat îxrackirin. Hevjîna min û zarokên min di warê maddî û manewî de pir tengijîn. Derûniya wan xirab bû. Piştî 6 mehan hatim berdan. Lê piştî demekê pençeşêr li hevjîna min peyda bû. Piştî tedawiyeke dirêj niha hevjîna min li ber xwe dide."
'MA DIVÊ MIROV BIMIRE'
Ûysal ji bo KHK'îbûnê got "mirina sivîl" û wiha pê de çû: "KHK'î bûn mirineke bi sivîl e. Di warê xebatê de mirineke sivîl e. Eger hûn hatibin îxrackirin hûn nikarin di karekî din de bixebitin, nahêlin. Sektora taybet jî wexta bixwaze qeyda te ya SGK'ê çêbike, dibîne hûn KHK'î ne. Te nagire. Mafê te yê xebatê tê astengkirin. Tu nikarî biçî derveyîw elat jî. Hûn nikarin li derveyî welat jî bixebitin. Zarokên te, te dikin bahane. Zarokên we yên xwendekar ji ber vê rewşê sibê dusibe ji ber lêpirsînê nikarin bixebitin. Ma ji bo mirina sivîl wekî din tiştek heye? Ma divê meriv bimire?"
MA / Hamdullah Kesen