ÎZMÎR - Rûxandina Taxa Kadîfekaleyê didomin. Malbatên di salên 90'î de ji ber valakirina gundan mecbûr man koç bikin û piranî ji Mêrdînê berê xwe dane vê taxê, gotin: "Em naxwazin dev ji Mêrdîna biçûk berdin."
Li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê, rûxandina di bin navê "veguherandina bajêr" de ji nû ve dest pê kir. Şaredariya Mezin a Îzmîrê, di navbera 2010-2012'an de dest bi îstimlaqkirinê kiribû û heta niha 80 ji sedî tax hatiye rûxandin. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê de rûxandina li taxê ji nû ve dest pê kir. Li taxa navbirî kêm kes mane. Welatiyên mane jî naxwazin dev ji taxa xwe berdin.
‘EM JÊ RE DIBÊJIN MÊRDÎNA BIÇÛK'
Halîme Tûran, diyar kir ku di nûçeyan de tê gotin li taxê daristanên parkî hatine avakirin, lê belê ev nerast e, lê belê proje veguheriye qada rantê. Tûran, anî ziman ku 30 sal berê ji ber gundê wan hatiye valakirin ji Mêrdînê koçî vira kirine û bi salan e li viraa dijîn. Tûran, anî ziman ku ji ber vê rûxandina di bin navê veguherandina bajêr de tê kirin cînarên wan mecbûr mane biçin deverên din. Tûran, bilêv kir ku niha ew çend mal mane û naxwazin li TOKÎ'yan bijîn û got: "Berê li derdora me gelek mirov hebûn, lê niha kes nemaye." Tûran, bilêv kir ku bi vî awayî tê xwestin kurdên li vira bên belakirin û got: "Kadîfekale wekî Mêrdîna biçûk tê naskirin."
‘EZ NAXWAZIM BIÇIM'
Tûran, anî ziman ku bi hezaran kes ji ber çewsandinan, ji ber rewşa aborî mecbûr mane berê xwe bidin Kadîfekaleyê û got: "Lê niha her yek ji me mecbûr dimîne biçin deverên cuda. Li Kadîfekaleyê em şîva xwe bi hev re parve dikin. Bi rastî jî kengî li xanî digerim xwe bi xwe berê min dikeve Kadîfekaleyê. Em naxwazin ev çanda xweşik wind abibe."
Sêvê Ellak jî diyar kir ku ew jî ji ber heman tiştan ji Mêrdînê ahtine. Ellak, diyar kir ku kurek wê tim bi tayê dikeve û ji ber mecbûr mane ji taxê derkevin ev yek tesîreke nebaş li kurê wê dike û got: "Xaniyê me, eywanek û odeyek e. Lê dîsa jî em naxwazin biçin. Em hînî vira bûne, zarokên me li Kadîfekaleyê mezin bûne. Ji bo me wekî gundekî Mêrdînê ye. Pereyan radizînin hesabê her kesî wan dişînin. Em naxwazin li TOKÎ'yan bijîn. Niha derdora me bûye çopgeh, em di nav toz û duxanê de mane. Ji ber tê rûxandin xizmeta taxê jî nayê kirin."
Nefîse Gîrgîn jî bilêv kir ku ew ji Êlihê hatine vira û got. "Biryar girtina xaniyên me birûxînin. Bi salan e hêdî hêdî dirûxînin. Ew çi qas israr bikin em ê jî ew qasî li ber xwe bidin. Kadîfekale wekî gundekî kurda ye. Me zimanê xwe, çanda xwe aniye vira. Em tenê li vira bi rihetî bi kurdî diaxivin. Niha nêviyê wê rûxandine. Jixwe wê ên mayî jî xera bikin. Bi her awayî em hatine mexdûrkirin. Li taxê bi hezaran xizan dijîn, w ev kes bi ku de biçin, wê çi bikin?"
MA / Nîmet Olmez