* Helbestvan Rênas Jiyan, ji bo dayikên ku ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de li ber xwe didin got: "Her yek ji wan helbestek e. Mafdar in û bawer dikim wê bi ser bikevin."
* Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê diyar kirin ku rewşa karê wan ne tu rewş e û welatiyan jî destnîşan kir ku ew nikarin tiştekî bikirin. Welatiyan bal kişand ser krîza aborî û bilêv kirin ku berê wan bi kîloyan tişt dikirîn, lê belê niha bi heban dikirin.
* Xebatên rûxandinê yên li Taxa Kadîfekaleyê didomin. Malbatên di salên 90'î de ji ber valakirina gundan mecbûr man koç bikin û piranî ji Mêrdînê berê xwe dane vê taxê, gotin: "Em naxwazin dev ji Mêrdîna biçûk berdin."
* Komeleya Piştgiriyê ya Ji bo Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), wê roja yekşemê kongreyeya xwe li dar bixe û damezrandina xwe ragihîne. Seroka Damezrîner ê Komeleyê Sûltan Karasû, bilêv kir ku nexasim ew dixwazin dayikên laçikspî yên li ber girtîgehan nobetê digirin li cem wan bin.
* Mamoste Tahsîn Ûysal, piştî hatibû girtin bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Lê her çend der barê wî de biryara beraetê hatibe dayîn hîn jî nikare karê xwe bike. Ûysal, bilêv kir ku ji ber wî pençeşêr li hevjîna wî peyda bûue û keça wî ya akademîsyen hatiye îxrackirin û got: "KHK'yîbûn mirina bi sivîlî ye."
* Birayên hev Halîl, Gazî û Agît Mûratoglû ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ne, gotin: "Tecrîd wê bi berxwedanê bê şikandin."
* Besna Fîdan ku kurê wê Ridvan Fîdan 84 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku zext û zoriyên polîsan çi dibin bila bibin ji bo ew bibin dengê zarokên xwe ew ê tim li qadan bin.
* Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, diyar kir ku helwesta HDP'ê ya ji bo hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê zelal e, ew ê li 3 herêmên bajêr mîtîngên demokrasiyê li dar bixin û got: "Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî."
* Dayikên Laçik Spî yên ji bo bibin dengê zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, wê li Parka Koşuyolu ya Amedê, Parka Îsmet Înonu ya Edene, Parka Zarokên Azad a Mêrsînê, Gebze, Bakirkoy, Tetwan, Mêrdîn, avahiya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şahînbey a Dîlokê û gelek navendin wê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.30-14.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edene, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Edeneyê û Baroya Edeneyê wê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li avahiya ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)