AMED – 21 meh in der barê Metîn Karahan û Hidir Ektî de ku li Dersimê hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, îdianame nehatiye amadekirin. Du dozgerên ku li dosyeya Karahan û Ektî dinerîn, bi tawanbariya endamên FETO’yê ne hatin girtin. Paşê du dozgerên din dest avêtin dosyeyê, lê belê heta niha îdianame amade nekirine.
Li Dersimê, di 15’ê Sibata 2016’an de polîsan avêt ser malan û Metîn Karahan û Hidir Etkî binçavkirin û paşê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” ew girtin. 21 meh di ser girtina Karahan û Ektî re derbas bûn, lê belê hîn jî der barê wan de îdianame nehatiye amadekirin. Piştî girtina Karahan û Ektî ku li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê girtî ne, di çarçoveya heman dosyeyê de Hevserokê HDP’ê yê Xozatê jî di nav de 11 kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin.
DU DOZGER BI HINCETA ENDAMÊN FETO’YÊ NE HATIN GIRTIN
Der barê hemû bersûcên di dosyeyê de tu delîlên berbiçav tune ne, tenê li ser îfadeyên şahidan hatine girtin. Dozgerê ku bersûc bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê di çarçoveya operasyonên FETO’yê de hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Dozgerên tayînî şûna dozgerê hat girtin bû jî bi heman aqûbetê re rû bi rû ma. Piştî girtina herdu dozgeran, du dozgerên din tayînî navçeyê hatin kirin, lê belê bi mehan e hîn herdu dozgeran jî îdianameya der barê kesên girtî de amade nekirine.
Karahan bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: “21 meh in girtî me, lê nizanim ez bi çi têm tawanbarkirin. Li ser îfadeya şahidekî bi mehane girtîme, rewşa min a girtinê veguheriye rewşa înfazê. Dozgerê daxwaza girtina min kir, ji doza FETO’yê girtiye û 21 meh di ser re derbas bûne. Herî kêm 4 dozger guherîn, lê hîn jî îdianame tune ye. Ji bo vê rewşê me serî li gelek dadgehên bilind dan, lê belê hemû îtirazên me hatin redkirin.”