AGIRÎ - Xizmên girtiyan û Dayikên Laçik Spî li pêş Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kom bûn bang li Wezareta Dadê û hikûmetê kirin. Malbatan xwest bi temamî tecrîdê bi dawî bikin û daxwazên girtiyan bi cih bînin.
Malbatên girtiyan û Dayikên Laçik Spî bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbunê û rojiya mirinê de bi tevlêbuna parlamenterên HDP'ê Mensur Işik û Şevin Coşkun, li pêş Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan xwest bi lez tecrîdê bi dawî bikin û daxwazên girtiyan bi cih bînin. Dayika Muzaffer Guler ê ji 1'ê Adarê de li Girtîgeha Patnosê di grevê de ye, Adîle Guler, bang li hikûmetê û wezaretê kir û wiha got: "Em aştiyê dixwazin. Em ne ji bo şer hatine. Em ji bo aştiyê hatine. Zarokên me li pêş çavên me dihilin. Ji bo em rê li pêş vê yekê bigirin em li vir in. Emê dest bidin hev û heta Enqereyê bimeşin. Em dixwazin bi temami tecrîd bi dawî bibe û daxwaza zarokên me bînin cih. Bila zarokên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest nedin.
Parlamenterê HDP'ê Işik jî diyar kirin ku çûna parêzeran a Îmraliyê ew kêfxweş kirine û wiha got: "Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2'ê Gulane de hevditin kir. Dîsa daxuyaniya Wezîrê Dadê ya rakirina astengkirinê hebû. “Em parlamenter û malbat ji bo bibin dengê girtiyan li vir in. Ziyareta parêzeran a bi Ocalan re heviya me mezin dike. Em careke din li pêş girtigeha Patnosê bang dikin ku hiquq û zagonan pêk bînin."
Daxuyanî bi tilîli û çepikan bi dawî bû.