AMED – Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, di roja 22'an de li Parka Koşuyou çalakiya xwe berdewam kirin.
Dayikan bal kişandin ser çûna parêzeran a Îmraliyê û wiha gotin: “Heta tecrîd bi dawî nebe emê çalakiya xwe li vir berdewam bikin."
Dayikên Laçik Spî yên 22 rojin bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, dîsa li pêş Aşê Genim a tenişta Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan pişti li Postexaneya Ofîs a Yenîşehîrê ji Wezareta Dadê re faks şandin, meşiyan Parka Koşuyolu û çaakiya xwe yi ber Aşê Genim a tenişta Parka Koşuyolu berdewam kirin. Dayik, piştî saetekê li tenişta Aşê Genim rûniştin, Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û bajar jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan dayikan. Çalakiya rûniştine bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”, “Emê bi berxewdane bi ser bikevin", “Girtiyên siyasi rûmeta me ne" û “Amed ranezê li zindanan xwedî derkevin" berz kirin û bi tilîlî û çepikan dengê xwe bilind kirin.
Dayik piştî rûniştinê derbasî avahiya Şaxa TUAY-DER'ê bûn û li vir daxuyanî dan. Welatiyên derdorê jî bi çepik û tilîlîyan piştgirî dan dayikan. Li ser navê dayikan Guler Yuksekbag a ku hevjînê wê Bakir Yuksekbag 25 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T-1 a Rihayê girtî ye, diyar kir ku girtî li girtîgehê û dayik li derve di çalakiyê de ne. Yuksekbag anî ziman ku niha parêzer çûne Îmraliye û hevdîtin didome û wiha got: "Ger ku hevdîtin erênî pêk bê û tecrîd bi dawî bibe çalakiya me jî wê bi dawî bibe. Na ger ku tecrîd bidome çalakiya me jî wê bidome. Em li têkoşîna zarokên xwe xwedî derdikevin."