STENBOL - Xizmên girtiyan û dayikên Laçik Spî yên girtiyan bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe, xwestin li pêş girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Dayik û malbatên rastî astengiya polîsan hatin meşiyan avahiya HDP'ê ya Bahçelievlerê.
Malbatên girtiyan û Dayikên Laçik Spî yên her roj bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe yên girtî kom dibin, îro dîsa bi armanca tercîd bi dawî bibe, xwestin li pêş Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Malbat, li Rawestgeha Sîteya Zarokan a pêş Rêya E-5 kom bûn. Li gel parêzeran gelek kesên din jî piştgirî dan. Dayikan dema xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin, rastî astengiya polîsan hatin. Dayik li ser vê yekê meşiyan Qada Şirinevlerê. Dayikan di meşê de dirûşmeya "Bijî Berxwedana Leyla" berz kirin.
Dayik piştî meşê derbasî avahiya HDP'ê ya Bahçelievlerê bûn.