AMED- Bijîjk Mesût Issi ku beriya çend rojan hevjîna xwe ya parêzer kuşt û hat girtin, ji aliyê SES'ê ve bi daxwaza îxracê sewqî lijneya dîsiplînê hat kirin.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) endamê xwe bijîjk Mesût Issi ku li Vîllayên Dîclekentê yên li navçeya Peyasê hevjîna xwe ya parêzer li ber çavên zarokên xwe kuşt û hat girtin, bi daxwaza îxracê sewqî lijneya dîsiplînê kir. Issiyê ku bi binasiya tundiya li hemberî jinê sewqî lijneyê hat kirin dê rewşa wî li Lijneya Nûnerên Navendî bê nirxandin.
Tê payîn ku sendîkaya Issi SES jî têkidlarî rewşa Issi daxuyaniyek bide raya giştî.