MÊRSÎN - Polîsan serê sibê li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt û di navde rêveberên Çukurova TUAYDER jî heye 4 kes binçav kirin.
Polîsan li Mêrsînê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de lêgerîn kirin û Rêvebrên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Çukurova (TUAYDER) Celal Yel û Orhan Hazar. Fatmagul Demirdag û Hava Tekin binçav kirin. 4 kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.