ŞENGAL – Nedya Hesen Hewlo ya êzîdî ku DAIŞ'ê li Şengalê dîl girtin, 5 caran hat firotin. Hewlo ya azad bû, hovîtiya hatiye serê xwe vegot: “Ji ber hovîtiyê kurê min mir û tişt nema neanîn serê min. Ji bo ez rizgar bibim min serî li her rê û rêbazî da."
Di komkujiya li dijî Şengalê ya DAIŞ’ê de yek ji jinan a ku dîl ket destê DAIŞ’ê jî Nedya Hesen Hewlo ya 45 salî ye. Hewlo li gundê Koço ya Şengalê dîl tê girtin û wê demê ducanî ye. Hewlo piştî tê revandin li Tel Aferê zarokek kurik diwelidîne û ji ber şertên nebaş zarokê xwe yê hêj bênav winda dike. Hewlo 5 caran tê firotin û salek 2 meh di destê DAIŞ’ê dimîne. Li Minbicê bi alîkariya jinek êzidî ji destê DAIŞ’ê tê rizbarkirin.
DEMA DUCANÎ YE DÎL TÊ GIRTIN
Hewlo li navenda Şengalê rûdinê dema dixwaze biçe gundê Koço malbata xwe ziyaret bike bir ê de dîl tê girtin. Li ber çavê Hewlo dayik û bavê wê tên qetilkirin û bi du zarokên xwe re dîl dikevin destê DAIŞ’ê. Yên dîl tên girtin ewil dibin Şengalê û pişt re jî dibin Tel Afer û Mûsilê. Hewlo ya ku wê demê ducanî ye li Tel Aferê zarokê xwe diwelidîne.
REQA
Hewlo di roja 40’emîn a dîl girtinê de bi komekê re ji Mûsilê dibin Reqayê. Li Reqayê difiroşin endamek DAIŞ’ê yê ji Erebîstana Sûûdî û nêzî sal li vir tê ragirtin. Hewlo ya ku bi koletî li Reqayê tê xebatindin wiha behsa wan roja dike: “Rewşek gelek xerabe bû. Kurê min her tim digiriya. Bi rêk û pêk min nikaribû şîr û xwarinek bidimê. Wî zilamî rojek ji min re got ‘Em xizanin nikarin ji kurê re te re şîr bînin.’ Min jî got ‘Wê demê çima hûn me li vir digirin.’ Bêdeng ma tiştek negot. Rojek ji xew rabûm min dît ku kurê min miriye. Hêj min nav li kurê xwe nekiribû. Rojên herî hetikandî bûn. Dema kurê min mir ji min re got ‘Te kurê xwe kuştiye.’ Min bang û qîr kir. Ez li dijî wan derketim. Pişt re min sabûnek hilda û kurê xwe şûşt. Min wî li cihek nas nakim veşart.”
HELEB
Hewlo pişt re difiroşin endamek DAIŞ’ê yê tirk ê navê wî Ebû Yahya bûye û wê dibin Helebê û bi 2 zarokên xwe re sê rojan tî û birçî tê hiştin. Hewlo anî ziman ku wê xwestiye bireve lê pêk neaniye û li Helebê cara 3’yemîn wê difiroşin endamek din ê DAIŞ’ê.
BAB
Hewlo got ku wê difiroşin kesek ji Erebîstana Sûûdî û navê wî jî Ebû Barah bûye û ji Helebê wê dibin Babê. Li Babê piştî 3 mehan bi navê Hêvî keça Hewlo jê vediqetînin. Hewlo nizane keça wê dibin kîjan deverê û ji wê rojê ve agahî ji keça xwe nagire. Tenê tişta ew dizane navê keça wê bi navê Esma guherandine.
Hewlo destnîşan kir ku DAIŞ’yê bi navê Ebu Barah muameleya xerab lê kiriye û wiha dewam kir: “Ji min re got ‘Tu ne mirovek başî. Baweriya te bi ola me nayê. Tu rast nabêjî û nimêj nakî.’ Kesek gelek xerab bû. Ji bo ez jê rizgar bibim çi tişta digot min dikir. Êdî wisa hatibû wê rewşê ku ji bo rizgar bibim min dixwest min firoşin yekî din. Ez bi vî awayî li çareyê digeriyam. Min çi kir pêk nehat. Wî keça min ji sitend.”
CAREK DIN DIBIN REQAYÊ
Hewlo diyar dike ku endamê DAIŞ’ê Ebû Barah jî wê difiroşe endamek DAIŞ’ê yê ji tirkmenên Tel Aferê ku navê wî Ebû Sena bûye. Hewlo carek din tînin Reqayê. Hewlo êdî sebir nake û ji wî kesê wê kiriye vê pirsê dike: “Çima hûn vê tînin serê me?” Endamê DAIŞ’ê Ebû Sena jî vê bersivê dide Hewlo: “Ev fermana Bagdadî ye. Heke ez te nebim dê kesek din te bibe. Ji ber vê yekê misilmaniyê qebûl bike û azad bibe.”
WÊ DIBIN MADAFIYÊ
Hewlo ji bo hovîtiya DAIŞ’ê rizgar bibe ji neçarî dibe misilman. Piştî Hewlo misilmaniyê qebûl dike wê digirin û dibin “Madafî” ku di erebî de wateya mêvanxaneyê. Madafî wek cihê hevjînên DAIŞ’iyan ên mirine û jinên dîl girtî heta tê firotin jî tê zanîn. Li Madafiyê tenê ne jinên êzidî her wiha jinên sûûnî û ereb jî hene û tên ragirtin.
MADAFÎ CIHEK ÇAWA YE?
Hewlo wiha behsa Madafiyê dike: “Berpirsê wir kesek jê re digotin Şêx bû. Di destê wî de lênûsek mezin hebû. Di lênûsê de sicîla me dihat nivîsandin. Li vir tenê jin hebûn. Tenê ne jinên êzidî jinên sûûnî û erebe jî hebûn. Hejmar diguherî. Heta yek te dikirî jinan li vir didan rawestandin. Li lênûsê dinêrîn jinên nav û paşnavê wan dihat xwendin bi mirov digirtin û dibirin. Yên nedixwestin biçin bi lêdanê derdixistin. Cihê jinan dibirinê qadek 15-20 endamê DAIŞ’ê lê hebûn. Li vir li bazar dikirin û li hev dikirin û difirotin kesek din. Carna jinan bi zarokên wan re carna jî jinan bi tenê difirotin. Zarokên diman jî digirtin dibirin perwerde dikirin.”
Hewlo ya ku çend caran dixwaze bireve lê hewldanên wê bi ser nakevin. Pitşî Hewlo ji Reqayê dibin Minbicê 2 mehan li Madafiyê tê ragirtin û li vir bi alîkariya jinek êzidî tê rizgarkirin.
MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan