'AKP ji paradîgmaya jinê ya HDP'ê ditirse'

  • jin
  • 09:03 17 Mijdar 2017
  • |
img

ENQERE - Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr aşkera kir ku AKP li cihê têkoşîna azadiya jinê, serdestiya mêr di civakê de bi pêş dixe û wiha got: "Ji ber ku jinên di nava HDP'ê de siyasetê dikin li dijî rola ku desthilatdariyê li ser jinê ferz kiriye tê dikoşin, dibin hedef."

Cara ewil di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de pergala hevserokatiyê di siyaseta li Tirkiyeyê de derket pêş. HDP'ya ku hêj 5 wekîlên wê girtî ne, wekîltiya 4 jinên HDP'î jî hat xistin. Li meclisê tekane partiya ku Civîna Koma Jinan li dardixe HDP ye, di heman demê de yekane partiya ku hejmara jinan tê de zêde ye jî.
 
Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê têkoşîna jinan a di nav HDP'ê de axivî û der barê polîtîkaya AKP'e de nirxandin kir. Taşdemîr da zanîn ku AKP têkoşîna jinê li dijî xwe wekî gefekê dibîne û wiha got: "Ew jî baş dizanin ku cihê ku têkoşîna jinê lê bi pêş keve, dê di civakê de guhertinên dîrokî pêk bên."
 
‘JI TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ DITIRSIN’ 
 
Taşdemîr anî ziman ku roja ku AKP hatiye ser desthilatdariyê heta roja îro, civaka ku dixwaze rêxistin bike û guhertinên ku dixwaze pêk bîne, li ser bedena jinê ava dike û wiha got: "Li gorî cîhana di serê xwe de, bi kodên xwe yên birdoziyê mekanîzma û pergalekî ava dikin. Ev pergala muhafazakar a ku dixwazin ava bikin, navê jinê jî ji vê pergalê re derbas nabe. Ji ber wê bi awayekî sîstematîk qada jinê hedef digirin. Ji xwe roja ku AKP hatiye desthilatdariyê heta niha, ji têkoşîna azadiya jinê ditirse. Her dem di nav tirs û fikarê de ye."
 
‘BÛ BINGEHA TÊKOŞÎNA CEWHERÊ’
 
Taşdemîr destnîşan kir ku têkoşîna jinê ya ku li Tirkiyeyê tê meşandin, di qada civakî de aliyê wê yê şênber heye, bi têkoşînê re jinê cewherek ava kiriye û wiha axivî: "Demek dirêj e li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna ku em didin, tiştên şênber derxistin holê. Mînak temsîlyeta wek hev. Mînak pergala hevserokatiyê. Destpêkê li dijî van êrîş pêk hat. Ev ne tenê temsîleyeteke ji rêzê ye. Hevserokatî di civakê de bi xwe re guhertin anî. Kodên hezaran salan ên li Kurdistanê hatine avakirin, zayend perestî, hişmendiya mêr, avahiyên feodalî û hemû rastiyên civakê û mekanîzmayên wê, bi têkoşîna jinê hatin derbaskirin."
 
‘AKP'Î MÊRANTIYÊ PÎROZ DIKIN’ 
 
Taşdemîr diyar kir ku AKP û alîgirên wê tu carî ji wekheviya jin û mêrê bawer nekirin, axaftinên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ên dem bi dem kirî wekî mînak nîşanda û ev tişt got: "Serokomar di vê der barê de nêrînê xwe zêdetir tîne ziman. Ji cil û bergên jinê, tercîha wane jiyanê, aboriya civakî û çanda di nava jiyanê de dem bi dem di vê der barê de nirxandinên xwe dike. Dîsa zimanê mêr ê meclisê. Gelek AKP'î û berdevkên AKP'ê dema derdikevin ser kursî, li dijî cil û bergên jinê zimanekî zayend perest dixebitînin û mêrantiyê pîroz dikin."
 
Taşdemîr got ku "Pêşengên têkoşîna jinê di girtîgehê de ne" û piştrast kir ku di bin hin navan de jinên di qada civakî de têkoşînê didin bi şeklekî davêjin girtîgehê. Taşdemîr aşkera kir ku Serokomar Erdogan her dem banga welidandina zarokan li jinan dike û wiha pê de çû: "Her dem divên ku me ji vê re îxanet kir, ji wêre îxanet kir; lê rojekê navêjin me ji jinê re îxanet kir." Taşdemîr anî ziman ku axaftinên desthilatdariyê ji mêr re qad vekir û da zanîn ku qet mêrê ku jin wan li kuçeyê nas nakin, zimandirêjiya cil û bergê wan dike.
 
‘PARADÎGMAYA HDP'Ê YA JINÊ AKP'Ê DITIRSÎNE’
 
Taşdemîr êrîşên li dijî jinên di HDP'ê de siyasetê dikin jî nirxand, da zanîn ku paradîgmaya jinê ya HDP'ê desthilatdariyê ditirsîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em vê yekê tenê di gotinê de navêjin. Aliyê vê yê şênber heye. Mînak wekîltiya 5 hevalên me hat xistin. Ji vana 4 jin in. Ji ber wê hevalên me yên jin hedef tên nîşandan." Taşdemîr derbirî ku ruxmê hemû êrîşan jî jinan qad neterikandine, li girtîgeh, dadgeh û hemû qadan têkoşîna jinan berdewam dike.
 

Sernavên din

20/11/2017
09:14 Li girtîgehan 75 jinên nexweş girtî ne
09:14 13 salin li dijî tundiyê têdikoşe
09:13 ‘AKP'ê zarok radestî cemaetan kirin'
09:12 Navenda jinan veguherandin unîteya paqijiyê
09:11 ÎHD: Bi destê dewletê zarok tên kuştin
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2017'AN
19/11/2017
16:17 Baroya Amedê: Di 10 salên dawî de îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bû
15:47 Jin dê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li qadan bin
15:27 Ocalan: Ger pêvajoya çareseriyê biqede dê Tirkiye bibe hedefa operasyonên NATO
14:31 Ewil abîdeya Ehmedê Xanî xerakirin pişt re tabela rakirin
14:01 Hilbijartina serokatiya meclîsê sibê ye: Namzeta HDP'ê girtî ye
13:31 Rastak, dê hatina konserê ji Kirmanşanê re bişîne
13:21 Jinên Îzmîrî li Alsancakê dicivin
12:58 Walîtiya Enqereyê çalakî li LGBTÎ'yan xedexe kir
11:35 Di şerê 2016'an de 45 zarok hatin kuştin
11:24 Di Roja Mafê Zarokên Cîhanê de zarokên Êzîdî
10:02 Şerîn a ji Reqayê: Daxwaz û têkoşîna me azadî bû
10:01 Asîstanê Muhsîn Kizilkaya gef li welatiyê avahiya xwe da DBP'ê xwarin
09:15 ‘Divê piştevaniya ji bo Şirnexê bê xurtkirin'
09:14 Hevserokê HDP'ê Camci: Amed tu caran bêdeng nabe
09:12 Banga Jinan: Li dijî OHAL'ê dakevin qadan
09:10 'Pergala îktîdarê ji tirsan êrîşî pergala hevserokatiyê dike'
09:09 'Îsal li gorî par rewşa narenciyeyê baştir e'
09:08 Kanar: AYM di biryara wekîla HDP'î de xwe înkar kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2017'AN
18/11/2017
22:26 Li Erdîşê mirineke bi guman
17:38 Ayhan Bilgen: Ji bo çareseriyê rol dikeve ser milê sêyemin
16:51 Li Hatayê qeza: 2 karker mirin 28 karker birîndar bûn
16:46 Li Agiriyê zarokek hat kuştin
16:19 'Desthilatdariyê li Dêrsimê komkujî pêk anî'
16:13 Aqûbeta Mordeniz pirsîn: Hêj gora wan nehatiye dîtin
16:12 ‘Bila Aydin Nas serbest bê berdan’
15:31 Seyît Riza û hevalên wî li Mêrsînê hatin bi bîranîn
15:25 Xizmên windayan: Vexwendina Çiller a panelê nayê qebûlkirin
15:09 Dayika 67 salî û kurê wê girtin
15:01 Dozger xwest Yetkîn bi cezayê heta hetayê bê darizandin
14:59 Li Kolana Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
14:34 Îrmez bersiva Serokwezîr da: Ez şahidê her tiştî me
14:20 Dayikên Şemiyê: Îktîdarên faîlan diparêzin şirîkên sûc in
13:42 Daristana Kinzir a Dêrsimê dişewite
12:52 Serokê TAR-VAK'ê: Divê girîngiyê bidin hilberîna genim
11:54 Rejîma Sûriyeyê û Hîzbûllah şer dikin
11:46 Nivîskar nikarin pirtûkên xwe bixwînin
11:33 Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê hat binçavkirin
11:25 Mescîda li goristanê rûxandin qereqol ava kirin!
11:14 Hunera nefes û qamişê: Bilûr
11:01 Pirtûka bi zimanê fransî hatibû nivîsîn, wergerî kurdî kirin
10:45 Bi hinceta 'Ewlehiyê' rezên sûryaniyan birîn
10:19 16 zarok bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
10:12 Fîlmê '14'ê Tîrmehê' li Cenevreyê hat temaşekirin
09:53 Şeker: Li dijî polîtîkaya teslîmgirtinê stûyê xwe netewînin
09:52 Qedexeya derketina derve ya li Farqînê bi dawî bû
09:32 Li Girtîgeha Panosê rêbazên îşkenceyê cuda ne
09:31 ‘Di avakirina civaka demokratîk a Ocalan de jin pêşeng e’
09:30 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:28 Tenê ji bo civakeke xwedî wijdan…
09:27 Hîndekarên kirtasiye vekirin: Em ê pêşeroja bi rûmet ava bikin
09:27 Keça xwe 7 kîlometreyan li ser pişta xwe dibe rehabîlîtasyonê
09:22 Hîndekara hat îxrackirin: Nexwe min ew nerihet kirine
09:21 Jin li dijî koletiyê tora piştevaniyê ava dikin
09:19 Jinên hatin îxracatkirin: Em di 25’ê Mijdarê de bibin yek
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2017'AN
17/11/2017
18:59 Rojnameger Turfent dîsa nehat tehliyekirin
17:46 DAIŞ'ê li Dêra Zorê 20 sivîl qetilkirin
16:51 Selîm Sadak hat berdan
16:26 Li Edeneyê 3 kes hatin binçavkirin
16:02 8 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin serbest in
15:15 Di lêpirsîna Elçî de tu pêşketin tune
14:47 Endamê OHP’ê Parêzer Îsteklî hat binçavkirin
14:46 3 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
14:32 Turfent: Kes nikare rojnamegeran wekî terorîst bibîne
14:30 Wekîlên CHP’ê li Amedê komxebata tenduristiyê li dar dixin
14:29 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence û êrîşa zayendî heye
14:28 ‘Divê prîm nedin qeyûman’
14:16 Dê tuwaleta li ser goristana Ermeniyan çêkirin, rakin
13:36 Parêzerên Ocalan rapora Îmraliyê ji CPT re şandin
13:30 Xebatkarên berê yên Sputnikê: Gefan li me dixwen
12:58 Li gundên Pasûrê qedexeya derketina derve
12:31 Ji bo Serokwezîr Yildirim li Cizîrê anonsên ‘mecbûrî’ tên kirin
12:15 3 kes li Tarsusê hatin binçavkirin
12:15 Gulmen: Ez hemû kesên ku em tenê nehiştin silav dikim
12:08 Rêxistinên kedê ji HDP'ê piştgirî xwestin
12:07 Doza rojnameger Nedim Turfent dest pê kir
11:45 Têkiliya Erdogan-Flynn tê şopandin: Ger ku Zarrab mukir bê...
11:32 Beştaş: AYM ji desthilatdariyê ditirse
11:32 Rojnamegera jin a nûçe dişopand hat kuştin
11:07 Der barê 42 personelên Zanîngeha Marmarayê de biryara binçavkirinê
10:47 'Raza BBC'yê: Mudaxaleya li gorî îngilizan
10:27 Di şerê Bagera Cizîrê de 34 DAIŞ’î hatin kuştin
10:20 Dadgehê kesê 'Serok Apo' parve kir beraat kir
10:13 Heşdî Şehbî û DAIŞ'ê şer kirin: 9 kes hatin kuştin
09:19 21 meh in li benda îdianameyê ne
09:09 Muzîkjenên li kolanan: Muzîka li kolanan watedartir e
09:07 Dengbêj Seyranoglû: Televîzyonên hatin girtin dengê me bûn
09:06 Daxwaza ji bo çayên nebatî zêde bû
09:05 ‘Wê tu şîdet di tariyê de nemîne’
09:04 Jina êzidî Hewlo hovîtiya DAIŞ’ê vegot
09:03 'AKP ji paradîgmaya jinê ya HDP'ê ditirse'
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn