NAVENDA NÛÇEYAN – Hunermend Ahmet Kaya, di 17’emîn salvegera koça xwe de, li Parîsê li Goristana Pére Lachaiseyê hat bibîranîn.
Li paytexta Fransayê Parîsê, hezkiriyên hunermend Ahmet Kaya, di 17’emîn salvegera koça wî de, wî li ser gora wî bi bîr anîn. Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Meclîsa TEV-ÇAND a Parîsê hat lidarxistin. Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), nûnerên Enstîtuya Kurdî, hevjîna Kaya Gulten Kaya û keça wî Melîs Kaya, hevjîna Yilmaz Guney Fatoş Guney, Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî di nav de gelek hezkiriyên Kaya di bîranînê de cih girtin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku di vê serdema ku bi awayekî zêde gel bi faşîzmê re rû bi rû dimînin de pêdivî bi yekîtiyê heye.
Çalakî, bi stranên hunermend Nûarîn, Seyda Perînçek, Farqîn Azad, Deza Amed û Ahmet Kaya bi dawî bû.