AMED – Endamê Dîwaniya Hevserokatiya KCD’ê û Şaredarê Sêrtê yê berê Selîm Sadak jî di nav de, 5 kes li Amedê hatin binçavkirin.
Li Amedê li dijî KCD’ê operasyona binçavkirinê berdewam dike. Endamê Dîwaniya Hevserokatiya KCD’ê û Şaredarê Sêrtê yê berê Selîm Sadak jî di nav de, 5 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina siyasetmedaran nehat zanîn, 5 kesên ku hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Navê 4 kesên bi Sadak re hatin binçavkirin nehat hînbûn.