STENBOL – Serlêdana parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê cara 705’emîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ebru Gunay, Ozgur Faîk Erol û Îbrahîm Bîlmez ji bo sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê cara 705’emîn serlêdana parêzeran red kir.
Daxwaza hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve, 705 care bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tê astengkirin.