EFRÎN – Li herma Efrînê topbarana leşkerên TSK'ê û Cebhet El Nusra ya li dijî Şêrewa, Cindirês û Merenazê didome. Şervanên YPG/YPJ jî bersîv dide êrişan. YPG'ê êrîş şikandin.
Li gorî çavkaniyên leşkerî ji Herema Efrînê hate ragihandin ku leşkerên TSK'ê û Cebhet El Nusra êrîşên li dijî Efrînê zêde kirine. Leşkerên TSK'ê û Cebhet El Nusra bê navber êrîşî sînorê herêma Şêrewa, Cindirês û Merenazê dikin. Çavkaniyên leşkerî yên Efrînê diyar kirin ku hêzên Cebhet El Nusra tevgera li ser sînorê Efrînê li heremên Şêrewa, Cindirês û Merenazê zêde kiriye û topbarana xwe bi çekên giran zêde dikin. Çavkaniyan diyar kir ku êrîşên li ser wan hereman hatine şikandin û zirarên mezin gihiştin êrîşkaran. Têkildarî heman mijarê çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên Tirkiyê ji milê Meydana Ekbes bakur rojavayî Efrînê ve noqteyên xwe danî ne û tevgera xwe di dema dawî de zêde kirine û ji wê Meydanê ve çavkaniyan tekez kirin ku dagirkeriya Tirkiyê heremên Şiya û Şera topbaran dikin.
Çavkaniyan da zanîn ku ji ber topbarana TSK'ê welatiyên sivîl berhemên erdên xwe nikarîbûn kom bikin û neçar man erdê xwe biterikînin.
Çavkaniyan bi bîr xist ku Tirkiyê dixwaze li Meydana Ekbes pireke avê avabike da ku tevgera wê rehet bibe û ev cara duyemîne ku Tirkan li herema nav borî xwestiye pir avabike, lê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel YPG/YPJ ve vala hatiye derxestin û YPG YPJ plana Tirkan vala hatiye derxestin.