ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Rapora Binpêkirinên Mafan a Herêma Îzmîrê aşkera kir. Hat diyarkirin ku di salekê de 3 hezar û 99 binpêkirinên mafan qewimî ne.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Rapora Binpêkirinên Mafan a Herêma Egeyê ya mehên Sibat û Cotmehê yên sala 2017'an aşkera kir. Daxuyaniya li avahiya ÎHD'ê hat dayîn. Rêveberê ÎHD'ê Denîz Bayrak aşkera kir ku di raporê de binpêkirinên mafan ên li bajarên wekî Îzmîr, Aydin, Mugla, Denîzlî, Kutahya, Manîsa, Uşak, Afyonkarahîsar, Isparta, Balikesîr û Antalyayê cih digire û aşkera kir ku li Herêma Egeyê di mehekê de 3 hezar û 99 binpêkirinên mafan pêk hatine, di mehekê de 76 kes hatin binçavkirin, 7 kesan di bin çavan de îşkence dîtiye, 17 kes hatine girtin.
BINÇAVÎ Û GIRTIN
Bayrak da zanîn ku gelek kesên di serdagirtina malan de hatine binçavkirin, beşa zêde endamên Devrîmcî Partî (Partiya Şoreşger) û HDP'ê ne û bal kişand ser kesên li Muglayê hatin binçavkirin û hatin tazîkirin. Bayrak da zanîn ku wêneyên van kesên hatine tazîkirin, li ser medyaya civakî hatine parvekirin û ev tişt got: "Dîsa pêkanîna li dijî parêzerên ÇHD'ê êrîşa li dijî mafê parastinê ye. Sedema binçavkirinan parvekirinên medyaya civakî ne û vê wekî 'Propagandaya rêxistinê' û 'Endamtiya rêxistinê' didin nîşan. Di nav kesên hatin binçavkirin de jinên du canî û jinên ku nû welidî hebûn."
Bayrak bi bîr xist ku bi îdiaya li Muglayê şer derketiye, 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 kesan li leşkeriyê întixar kiriye, dibistanek hatiye girtin, 6 kes jî mafên wan ên parastinê hatiye astengkirin û wiha got: "2 hezar û 10 penaber şandin navendên paşve şandinê. Di qezayên kar de 127 karker birîndar bûn û 19 karkeran jiyan xwe ji dest da û 2 karker ji kar hatin avêtin." Bayrak der barê qetilkirina jinan de jî agahî da û piştrast kir ku wekî li hemû Tirkiyeyê, li herêma wan jî şideta li dijî jinê zêde bûye û wiha got: "Êrêşên wekî tacîz, tecawiz, îstismar, kuştin, birîndarkirin gelekî zêde bûne. Bi taybetî ev êrîş ji hêla mêr, xizim, hevjîn, hezkirî, polîs û kesên li derve ve pêk hatiye. Êrîş li dijî jinên du canî jî pêk hatiye. Li gorî wê 15 jin hatine qetil kirin, 5 jin hatine tacîzkirin, 7 jin birîndar bûne."
Bayrak anî ziman ku êrîşên tacîz û tecawizê li dijî zarokan jî pêk hatiye û wiha pê de çû: "Di êrîşa li dijî jina du canî de pitika 8 mehî jiyana xwe ji dest daye. 3 zarok hatin tacîzkirin, hat îdiakirin ku 6 kesan tecawizê zarokek astengdar kiriye." Bayrak destnîşan kir ku li herêma wan şewatên daristanan jî gelekî zêde bûne û diyar kir ku ev jî wekî 6 bûyeran hatiye tespîtkirin.
'BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN'
"Zêdehî bi serlêdanên malbatan û nameyên ku girtiyan şandine, li girtîgehên herêmê yên wekî Şakran T 1 – 2 – 3 – 4, Şakran Jin, Şakran Zarok, Menemen T, Menemen R, Kiriklar F1 – 2; Odemîş T, Manîsa T, Denîzlî D û T, Aydin, Mugla, Soke, Balikesîr/ Kepsut, li girtîgehehên Tîpa T ên Bandirma 1- 2, Burhaniyeyê nameyên ku hatin şandin, aşkera dikin ku girtiyên edlî girtiyên zarok derb dikin, 6 pirtûk û kovar hatine asengkirin, 36 cezayên hucreyê, aktivîteyeke werzîşê asteng kirin, li koxûşeke girtîgehekî zêdebûna girtiyan, 52 caran tedawiyên bi kelkelepçeyê ferz kirin, 54 caran mafên tenduristiyê bi keyfî hat astengkirin, di 35 sewqan de destê girtiyan ji piştê ve hatin kelepçekirin, mafê daxwaznameyekê hat astengkirin, girtiyekî siyasî avêtin nav girtiyên edlî û li girtîgehekê bûyerke mirinê ya bi fikar qewimî."