ENQERE – Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Wekîla HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim red kir.
Lîjneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana takakesî ya Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim red kir. Yildirim di serlêdana xwe ya takekesî de gotibû: “Girtina min ne hiqûqî ye”, “Mafên xebatên siyasî, hilbijartinê û azadiya îfadeyê hatine binpêkirin” û “Sînorkirina xwegihandina dosyeya lêpirsînê.” AYM jî têkildarî serlêdana diyar kir ku der barê “Girtin û binçavkirin li dijî hîqûqê ye” riyên serlêdanê nehatine bêhêzkirin û serlêdanê bi hinceta “nayê qebûlkirin” red kir.
YALÇINDAG: BIRYAR REZALET E
Der barê vê biryara AYM'ê de ji parêzerên wekîlên girtî Reyhan Yalçindag Baydemîr berteka ewil nîşan da. Yalçindag biryarê wek "rezalet" nirxand û got: "Li welêt bi giştî komkujiyek hiqûqê di meriyetê de ye. Bi vê biryarê re jî komkujiya hiqîqê hat tescîlkirin."