ÎZMÎR – Li Îzmîrê girtiyê nexweş Burhan Babaoglu 3 roj berê niha ji ûrê mêjiyê nav hestiyan emeliyat bû û bêyî ku birîna wî baş bibe birin girtîgehê. Birayê Babaoglu Cemal Babaoglu diyar kir ku sedemê nexweşîna birayê wî şertên girtîgehê ne û dermankirina wî li girtîgehê nayê kirin.
Girtiyê nexweş Burhan Babaoglu yê li Girtîgeha Tîpa L a Kepsûta Balikesîrê tê girtin, piştî ji nexweşîna ûrê mêjiyê nav hestiyan hat emeliyatkirin, 3 roj şûn ve li tavilê ew ji nexweşxaneyê derxistin û birin Girtîgeha Hejmara 1’emîn a Tîpa F a Kiriklarê. Bêyî ku kêlên birîna Babaoglu baş bibe wî ji nexweşxanê derxistin û malbata wî xwest pêre hevdîtin bike destûra hevdîtinê nehat dayîn. Malbatê serî li Dozgeriya Komarê da lê serlêdana wan bi hinceta “Roja hevdîtinê nîne” hat redkirin. Malbata Babaoglu bertek nîşanî helwesta rayedarên girtîgehê da.
AGAHÎ NEDAN MALBATÊ
Birayê Babaoglu, Cemal Babaoglu diyar kir ku birayê wî 26 sal e li girtîgehên cuda dimîne û ji 3-5 salan carek sewqî girtîgehên cuda tê kirin. Babagolu da zanîn ku birayê wî ji ber şertên girtîgehê ji çavekî xwe ji sedî 85 winda kiriye û di nav du salên dawî nexwşîna ûrê mêjiyê nav hestiyan pêre peyda bûye. Babaoglu destnîşan kir ku emeliyata birayê wî bi serkeftî derbas bûye û nexweşxanê ji wan re gotiye ku dê demek birayê wî li nexweşxaneyê bê hiştin û şûn ve bibin girtîgehê. Babaoglu got ku ew ji Rihayê hatine serdana wî û tenê nîv saet wan li ba birayê wî hiştine. Babaoglu da zanîn ku li gel wan der barê nexweşîna birayê wî de xwestine agahî hîn bibin ne bi raporî û ne jî bi gotin agahî nedane wan.
'EM JI REWŞA WÎ BI XETER NE’
Babagolu anî ziman ku her çiqas emeliyata birayê wî serkeftî derbas bûye jî lê ew der barê tenduristiya wî de bi xetere ne. Babaoglu destnîşan kir ku ji bo dermankirina birayê wî li nexweşxaneyê pêk bê divê demildest serbest bê berdan û got: “Li Girtîgehê dermankirinek bi tenduristî nayê kirin. Şertên girtîgehê ne li gorî dermankirinê ne. Pêwîste dermankirina birayê min û hemû girtiyên nexweş bi rêk û pêk bê.”