NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek nûçeyên ajansa me ya Mezopotamya dema di malperên din ên nûçeyan de tên weşandin, wekî ku ji çavkaniyek din hatibe girtin, didin. Dema em bi şopa wê dikevin jî bersîva “Şaşî çê bû, kêmasiya editorya ye, ji ber bê baldariyê ye" didin. Gelo çima ev her dem dibe para ajansa me û medya kurd a alternadif?"
Di vê pêvajoya ku gelek rojname, televîzyon, radyo, malperên nûçeyan û ajans hatin girtin û zêdeyî 150 rojnamegerî girtî ne nexneyên li ser çapemeniyê dibe ku ne wextê wê be. Di vê pêvajoya ku şert û mercên nûçeyên cewherî û mezinbûnê dibe lawaz dibin, di serdema ku ragihandina nûçeyan û komkirina nûçeyan zahmet dibe de dibe ku pirsa 'Ma dema rexneyên “medya alternadif e" bê pirsîn. Bê guman îro em bêtir mohtacê medyayek alternatif û muxalif in. Lê divê em rastiyên xwe jî bibînin û berpirsiyarên xwe bînin bîra hev. Ev karekî pîşeyî ye.
Pirsgirêka medya alternatif ango muxalif ên wekî aborî, zextên dewletê, zextên fîzîkî yên li ser ragihandinê li aliyekî pirsgirêkên kopîkirin, dizîn, rê li pêş dîtina ked, pêşxistina nûçeyen baş digire. Li şûna kopîkirinê û dîtina kedê pêdir pêdivî bi dîtina nûçeyên baş heye.
PIRSGIRÊKA ‘ME ZÎWER DIKE'
Wekî xebatkarên medya kurd a alternadif pirsgirêka “me bêzar û zîwer dike" bû mijara em binivîsin an nenivîsin. Bi taybetî rojnamegerên ku wekî sektora bazirganiyê li pîşe dinerin, keda me nayê ditin û li ber çavan nayê girtin. Bêyî em gotina wan a “Ne rojnameger in, terorîst in" “terör press” li ber çavan bigirin me rêya xwe berdewam kir. Medya alternadif ku (xwe wekî “alîgirê kedê ye" dibînin) li ser keda medya kurd diçêrin. Keda wan tune dibînin û kedxwariya wan dikin. Ev yek me bêzar dike.
'ŞAŞÎ, EDÎTOR NEDÎTIYE, BÊ BALDARÎ ÇÊBÛYE!'
Tevî gelek caran em wan hişyar dikin ku nûçeyên ji me girtine îmzeya ajansa me nabînin. Bi gotinek din nûçeyên ajansa me wekî nûçeya ajansên xwe ango ajansek din nîşan didin. Dema em hişyar dikin jî bi gotina "Şaşî çêbûye, ji ber çavê edîtor reviya ye, bê baldarî çê bûye" ser wê vedişêrin. Sala borî, hempîşeyên me yên tev li "Nobeta Nûçeyan" bûn, bûn şahidê van zor û zahmetiyan. Bûn şahidê ku çawa polîs çekan dixin serê nûçegîhanan û kamerayên wan desteser dikin. Dîsa bûn şahid ku ji ber nûçegîhanê me li qadê rastiyê dinivîsin bi salan rastî cezayê girtîgehê tên û bi salan bê darizandin girtî dimînin. Ev nedîtina çavkaniya nûçeyê û diziya nûçeyê nayê qebûlkirin. Wekî sinc û berpirsiyariya pîşeyê rojnamegeriyê ev tarz û nêzîkatiya li dijî çavkaniyan nûçegîhaniyê jî dikuje û dixe talûkeyê.
XWEZÎ DAWÎ BÛYA
Mijara ku ez behsa wê dikim, berî her tiştî nûçeya "Dozger Tahîr Elçi kir 'endamê rêxistina terorê'" ya di 10'ê Mijdarê de di Ajansa Mezopotamya ku ez edîtoriya wê dikim nûçeya (http://www.mezopotamyaajansi.com/tum-haberler/content/view/5210 …)” keda ajansa me hat xwarin. Li ser vê nûçeyê ez dixwazim rexneya xwe li medya alternatif/muhalif bikim. Ajansa ku reklaman red dike û bi keda xwe li ser piyan dimîne, armanc dike ku nûçe bigêje armanca xwe. Armanc dike ku bigêje girseyek mezin. Lê divê ked jî neyê xwarin. Divê li ser keda ajansekê kariyek û prîm neyê kirin û ked neyê xwarin. "
Ez ji dost û hempîşeyên xwe yên “lêborîn dixwazin" û dibêjin "Şaşî bûye" re dibêjim xwezî ev dawî bûya. Li gel ku çavkaniya Nûçeya der barê Tahir Elçî de çavkanî Ajansa Mezopotamya (MA) bû jî, nûçe kirin malê Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) ku tu eleqeya wê bi nûçeyê tune ye. Em dipirsin gelo ev jî "Kêmasiya edîtoryal e"
ÇEND NÛÇEYÊN ME YÊN KU MALPERAN DIN ÇAVKANÎ ŞAŞ NÎŞAN DANE
Nûçeya ajansa me MA ya Tahir Elçî, T24 piştî em lê geriyan û me hişyar kir rast kir. http://t24.com.tr/haber/savci-tahir-elci-icin-teror-orgutu-mensubu-dedi,486989;
Malperên nûçeyan ên wekî Birgun Gazetesi https://www.birgun.net/haber-detay/savci-tahir-elci-icin-teror-orgutu-mensubu-dedi-189509.html; İleri Haber Portalı http://ilerihaber.org/icerik/savci-tahir-elci-icin-teror-orgutu-mensubu-dedi-78673.html çavkaniya nûçeyê DHA nîşan dan. Diken.com.tr haber portalı http://www.diken.com.tr/savcilik-tahir-elciyi-terorist-ilan-etti/ çavkaniya nûçeyê nîşan nedan. Bi dehan malperên ajansan ên wekî https://www.cayyolu.com.tr/skandal-savci-tahir-elci-icin-039-teror-orgutu-mensubu-039-dedi/147889/ wekî nûçeyên xwe serwîs kirin, yan jî wekî nûçeya DHA nîşan dan.
Rojnameya Evrenselê ku aboneya me ye û tîzîz tev digere jî demekê çavkanî wekî DHA nîşan da.
GELO EV ÎSTÎSNA YE?
Em difikirin ku nêzîkatiya dostên me ku wekî “şaşî" û “kemasiya editor" binav dikin, ne îstîsna û kêmasî ne. Ji ber ku bi salan e ev dubare dibe. Minak Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin û dihaber a bi KHK'ê hat girtin gelek nûçe çêkirin û nûçeyên wan jî bi heman rengî çavkanî an nehat dîtin an jî wekî çavkaniyek din hat weşandin.
ÇEND MÎNAK
MA di 2'ê mijdarê de nûçeya “4 kasım operasyonu: Baluken savcısıyla aynı cezaevinde!” (http://www.mezopotamyaajansi.com/tum-haberler/content/view/4430) serwîs kir. Aboneyê ajansa me Arti Gerçek di heman rojê de wekî nûçeya xwe serwîs kir. https://www.artigercek.com/baluken-fezlekesini-hazirlayan-savciyla-ayni-cezaevinde
MA di 1'ê Mijdarê de nûçeya “Kemal Kurkut’u öldüren polis hakkında tutuklama talebinde bulunuldu” a (http://www.mezopotamyaajansi.com/tum-haberler/content/view/4327) serwîs kir. Di heman rojê de Rojnameya Cumhuriyetê “Kemal Kurkut’u vurduğu iddia edilen polis hakkında tutuklama talebi” a http://www.cumhuriyet.com.tr/haber/turkiye/857217/Kemal_Kurkut_u_vurdugu_iddia_edilen_polis_hakkinda_tutuklama_talebi.html iç kısımda “MA’nın haberine göre” çavkani wekî “Yolculuk Gazetesi” nişan da.
MA di 31'ê cotmehê de nûçeya “Barış Anneleri üyesi 60 yaşındaki Ormanlı tutuklandı” a (http://www.mezopotamyaajansi.com/search/content/view/4254?page=1&key=163b5162af167e1762aff1b5bb55100f) serwis kir. Di 1'ê mijdarê de Rojnameya Gazete Duvar çavkaniya “Basnews” nîşan da ûwekî “Barış Annesi'ne 4 yıl 8 ay hapis cezası” https://www.gazeteduvar.com.tr/turkiye/2017/11/01/baris-anneleri-uyesine-4-yil-8-ay-hapis-cezasi/ serwîs kir. Di heman rojê de Basnews’ jî bi ser navê “Barış Anneleri üyesine 4 yıl 8 ay hapis cezası” nîşan da.
MA di 25'ê kanûnê de nûçeya “Süper Savcı; Mujica, Cemal Süreyya, Che ve Ahmet Arif’ten delil, Kürtçe alfabeden ‘eylem kodu’ çıkardı” (http://www.mezopotamyaajansi.com/search/content/view/3655?page=1&key=02b631fcd363020d62d63d4f3b538e78) serwîs kir. Rojek şûnde T24’te http://t24.com.tr/haber/che-guevaradan-cemal-sureyaya-siyasetci-ve-sairlerin-sozlerinden-iddianame-hazirladilar,474347 beyî çavkaniyê nîşan bide serwîs kir.
MA di 24'ê cotmê de nûçeya “Dev Maden-Sen Genel Başkanı: Kaçak meselesi hikaye” (http://www.mezopotamyaajansi.com/search/content/view/3512?page=1&key=48f601358e5aee1d43111746bd70bbc7) serwîs kir, rojek şûnde T24, http://t24.com.tr/haber/sirnaktaki-ocaklarda-ozellestirmeden-sonra-200-olum-yasandi,473330 serwîs kir û çavkanî wekî nûçeya Evrenselê nîşan da.
MA di 19'ê Cotmehê de “Demirtaş'a 'katil' diyenlere ceza, AKP'lilere suç duyurusu” serwîs kir. (http://www.mezopotamyaajansi.com/search/content/view/3020?page=2&key=e5477267870aacc8390b494e481a8ea9?page=1&key=e5477267870aacc8390b494e481a8ea9) gelek malperên nûçeyan nûçe weşand. Rojnameya Gazete Duvar, di heman rojê de “Demirtaş’a ‘katil’ diyen 4 kişiye hapis cezası” serwis kir. https://www.gazeteduvar.com.tr/politika/2017/10/19/demirtasa-katil-diyen-4-kisiye-hapis-cezasi/ Çavkaniya nûçeyê wekî AA nîşan da. https://www.gazeteduvar.com.tr/gundem/2017/10/30/cevap-ve-duzeltme-metni/ piştî hişyariyê ji weşanê rakir.
Gelo nedîtina çavkaniyê, ango çavkaniyek şaş nîşandan tesadifi ye, şaşî ye ango tiştekî din e. Lê di rastiyê de xuya ye ku çapemeniya kurd a alternadif wekî çavkanî nayê dîtin. Çavkaniya kurd di çavdê dewletê de wekî ‘perçekar/terorist’ tê dîtin. Rastî û serkeftina çapemeniya kurd nayê dîtin û nayê qebûlkirin.
Em ji dostê xwe yên ku çavkaniyê şaş didin û her dem dibêjin "Şaşî", "Kêmasiya edîtor" nîşan didin çima her dem me dibînin.?
MA / Sedat Yilmaz